Konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê: Vîze nehatine sînordarkirin

18-08-2018
RÛDAW
Nîşan Îran Herêma Kurdistanê Vîze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Giştî yê Îranî li Hewlêrê Murteza Ebadî îdîayên sînordarkirina dana vîzeya Îranî red kir û da zanîn ku tenê roja Pênşemê zêdeyî 4 hezar vîze hatine derxistin.

 

Konsulê Giştî yê Îranê Murteza Ebadî diyar kir ku nûnertiyên Îranê yên li Herêma Kurdistanê tenê roja Pênşemê zêdetirî 4 hezar vîze derxistine û ji wê hejmarê 2 hezar û 510 vîze li Hewlêrê hatine derxistin.

 

Ebadî rexneyek li hikûmeta Herêma Kurdistanê girt û ragihand ku berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê naxwazin girîngiyê bi sektora geştyariyê bidin, sûd ji hemû derfetan werbigirin û bo vê meselê jî çendîn civîn hatine kirin daku konferanseke hevbeş ligel Konsulxaneya Îranê li Hewlêr were sazkirin.

 

Konsulê Giştî yê Îranê amaje bi wê yekê da ku li gor berê derbarê derxistina vîzeyê asankariyên zêdetir kirine û kesên vîzeyê dixwazin dikarin di çend saetan de vîzeyê werbigirin û dest bi geştên xwe bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst