Li Rihayê agir bi malekê ket

18-07-2023
Zozan Çetîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve ji ber sedemek nayê zanîn agir bi malekê ket û ji ber dûkelê tendirustiya dayîk û zarokekî têk çû.

Li gor agahiyan duh 17ê Tîrmeha 2023an li Taxa Ahmet Yesevî agir bi qatê sêyem a avahiyekê ket ku tê malbata bi navê Çimên tê de bû. Di demek kurt de agir li tevahiya malê belav bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên Berevaniya Şaristanî û Tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Deriyê malê ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ve hat vekirin û dayîk û zarokê di malê de asê mabûn hatin derxistin.

Ji ber dûkelê tendirustiya dayîk û zarokê têk çû û ew bi ambulansê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akif Înanê hatin veguhestin.

Piştî demeke kurt agir ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ve hat vemirandin, lê di malê de ziyanên madî yên zêde çêbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst