Munzur Baba, biheşta li Dêrsimê

18-07-2019
RÛDAW
Munzur Baba, wek devereke pîroz ê Elewiyan tê naskirin.
Munzur Baba, wek devereke pîroz ê Elewiyan tê naskirin.
Nîşan Dêrsim Kurdistan Munzur Baba Kurd Elewî
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê kaniyeke avê bi navê Bavê Munzur ango Muzur Baba heye, ku salane bala bi hezaran ji geştiyaran dikşîne. Ew navçe wek devereke pîroz ê Elewiyan tê naskirin.

 

Navçeya Baba Munzur ku ji avzêm, sûlav û çavakaniyên din pêk tê, yek ji navendên olî û geştyarî yên girîng ên Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye.

 

Ev çavkaniyên han ku ji bin Çiyayê Munzur derdikevin û 80 kîlometreyan dûrî navenda Dêrsimê ye û 17 kîlometreyan jî dûrî navenda bajarokê Pulurê ye, çavkaniyên serekî yên Çemê Munzurê ne.

 

Salane bi hezaran ji geştiyarên navxwe û yên biyanî serdana wê kaniyê dikin.

 

Xelkên wê navçeyê daxwaz dikin ku giringî bi kerta xizmetguzarî, herwiha pirojeyên geştiyariyê were dan, daku kerta geştyarî li navçeyên wan were pêşxistin.

 

Ligel bilindbûna pileyên germayê û bi taybetî di rojên dawiya hefteyê de, beşeke zêde ya Elewiyên Dêrsim û Bakurê Kurdistanê serdana Mezargeha Baba Munzur dikin û di nav wê xwezaya balkêş de demeke xweş derbas dikin.

 

Beşek ji wan geştyarên ku berê serdana vê derê kirine, di wê baweriyê de ne ku ev dever di warê geştyarî de li gor salên derbasbûyî baş pêşketiye.

 

Dêrsimî daxwaz dikin ku girîngiyeke zêdetir bi navçeya wan bê dayîn û projeyên nû yên geştyarî lê bên cîbicîhkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst