Tebqa (Rûdaw) - Niha xelkê bajarê Tebqa yê ser bi parêzgeha Reqayê ve daxwaz dikin, ku bajarê wan bi awayekî hevbeş ji aliyê hikûmeta Sûriyê û Encûmena Sûriya Demokratîk ve bê birêvebirin,
Niha Tebqa bûye navdeke giring ku navê wê li sernaserê Sûriyê tê bihîstin, ew jî ji ber çend sedeman, yek wan sedeman, hebûna Bendava Feratê li wê deverê, ku yek bendavên herî mezin li seranserê Sûriyê ye. , Sedema din jî hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ye, ya herî dawiyê jî, ew bû ku Encûmena Sûriya Demokratîk ew bajar ji bo kongireya xwe ya sêyem hilbijartibû.
Xelkê Tebqa ji rewşa xizmetguzarî û tendurûstiya bajêr bêzar in Tebqa dixwaze dezgehên Hikûmeta Sûriyê vegerin bajêr.
Derbarê vê mijarê de Akinciyekî Tebqayê ji Rûdawê re wiha got: “Em dixwazin Hikûmet û Encûmena xwecehî, bi hevrê rêveberiya bajarê me bikin, hebûna hikûmetê gelek karên me hesanîtir dike, wek nifûs û deftera malbatê û rêveberiya Bendava Feratê û gelek tiştên din, hemahengî navbera herdû aliyan baştir e.”
Beşek ji xelkê Tebqa dixwaze Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê bajarê wan birêve bibe.
Derbarê vê yekê de jî welatiyekî wiha axifî: “Divê herdû alî hebin. Hebûna hikûmetê gelek karan rehet dike wek dekomentrên welatiyan û karê bendavê. Ji bilî hikûmetê, ti kes nizane kar li ser bendavê bike, herweha encûmena xwecehî jî rola wan girîng heye û gelek kar û xizmet kirine, bajar çaksaz kir û pak kir, lê divê herdû alî bihevre jiyanê bikin.”
Kesekê din jî diyar kir ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bajarê wan ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin û got: “Çareya herî baş ew e ku hikûmet vegerê ,lê tiştek ji destê me dernakeve, dema ku hikûmet hebe her tişt peyda dibe û her kar rehete û rêyên derve vekirîne, lê niha dorpêç heye û her kar peyda nabe.”
Xelkê Tebqa herwihadi dibêje Encûmena Xwecehî gelek kar û xizmet ji xelkê re peyda kirine û hebûna hikûmetê dibe sedema peydabûna kar û xizmetguzariyê ew dixwazin rêveberiya bajarê xwe bikin.
Kesekî din jî got: “ Em daxwaza encûmena xwecehî dikin, da ku alîkariya xelkê bike, danûstandinên wan pir baş e”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse