Erdogan îdi kiribû ku Nuredîn Sofî di encama êrişekê artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest daye
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) bêyî ku navê yek ji fermandeyên pilebilind ê PKKê Nuredîn Sofî bide, nûçeyên derbarê canjidestanî wî de red kir. HPG dibêje “Ti rastiya wan nûçeyên têkilî hêzên me û qademeyê fermandariya me nînin.”
Piştî ku du Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îdia kir ku yek ji fermandeyên pilebilind ê PKKê Nuredîn Sofî li Başûrê Kurdistanê di operasyonekê de canê xwe ji dest daye, îro HPGê jî di daxuyaniyekê de “Nûçeyên ku dema dawî têkildarî hêzên me û fermandariya me de hatine weşandin rast nînin”
HPGê ragihand ku dewleta Tirkiyê ku li hemberî gerîla tiştek bi ser nexistî û ketiye pey serfiraziyên bi derewan.
Di daxuyaniya xwe de HPGê dibêje: ''Ti rastiya wan nûçeyan nîne ku van demên dawî têkilî hêzên me û qedemeyên fermandariya me têne dayîn.''
HPGê amaje bi yekê dike “ji ber artêşa Tirkiyê li pêşberî gerîlayên wan nikare ti serketinê bi dest bixe, bi rê û rêbazên şerê taybet senaryoyan li gorî xwe çêdike û hewl dide serketinên sexte ji xwe re çêbike.”
Di beşeke din a daxuyaniya xe HPG dibêje: “ Nûçeyên ku dema dawî têkildarî hêzên me û fermandariya me de hatine weşandin rast nînin. Bila gelê me guh nede van nûçeyan ku di çarçoveya şerê taybet de hatine amadekirin.”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh Duşemê piştî civna Encumena Wezîaran a Tirkiyê li Koşka Serokomariyê di daxuyaniyekê de îdia kir ku Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Nuredîn Sofî li Başûrê Kurdistanê di encama êrişekê artêşa wî welatî de canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse