Li Şirnexê mînîbus wergeriya: 8 kes birîndar bûn

18-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilabanê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê mînîbuseke rêwiyan wergeriya û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan li nêzîkî gundê Mêrgê ser bi navçeya Qilabanê ya Şirnexê mînîbuseke rêwiyan ji rê derdikeve û li lewheya tirafîkê dide û piştre werdigere.

Di encamê wê qezayê de di encamê de şofêr jî di nav de 8 kesa birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatine şandin.

Birîndar ji mînîbusê hatine derxistin û bo nexweşxaneyên Qilaban û Şirnexê hatine veguhestin. Tê gotin ku rewşa birîndaran baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Êrişî Hewş Kafeyê hat kirin / Wêne: Medyaya Civakî

AMED – Êrişkarên kafeyê dîsa hatin berdan

Li Amedê kesên ku berî mehekê êrişî Hewş Kafeyê kiribû, wan duh dîsa êrişî kafeyê kir û ew dîsa hatin berdan