Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê partiyên Kurdistanê yên beşdarî hilbijartinên giştî yên Iraqê dibin, “Peymana Rûmeta Hilbijartinan” îmze kirin. Rêwresma îmzekirina peymanê di bin çavdêriya UNAMI de hate sazkirin.
Îro danê sibê 18-04-2018, partiyên Kurdistanê di bin çavdêriya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê UNAMI de li Hola Sedî Ebdullah a Hewlêrê Peymana Rûmeta Hilbijartinan îmze kirin.
Di dema rêwresmê de ji bilî Tevgera Nifşên Nû nûnerên hemû partiyên Kurdistanê amade bûn.
UNAMI di piraniya hilbijartinên Iraqê de bi armanca çavdêriya propagandayê, pêvajoya hilbijartineke şefaf û rast û herwija ji bo ti binpêkirin nebin, di navbera aliyan de peymana rûmetê dide îmzekirin.
Di rêwresma îmzekirina peymanê de Berpirsê UNAMI Jan Kubis axivî û diyar kir, ku ev peyman di navbera partiyên Iraqê jî de hatiye îmzekirin û hemû partî amade ne pabendê vê rêkeftinê bibin.
Peymanameya hatiye îmzekirin ji 25 xalan pêk tê.
Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal eşkere ragihand, piştî îmzekirina peymanê dê UNAMI odeyeke taybetî dayne û nênerên UNAMI, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, herwiha nûnerên hemû partî û lîsteyan, bi tevê nûnerên dezgehên ewlekarî û dadwerî dê çavdêriya bangaşeya hilbijartinan bikin.
Peyamnêrê me da xuyakirin, ku dê ev “ode” binpêkirinên di heyama bangaşeyê de tomar bikin.
Partî û aliyên peyman îmze kirin wiha ne:
- Komela Îslamî ya Kurdistan
- Encûmena Gel a Kildanî û Siryanî û Aşûrî
- Yekîtiya Bednahreyn
- Tevgera Kombûna Sûryanî
- Bereya Tirkmenî
- Hevpeymaniya Kildanî
- Tevgera Goran
- Hawpeymaniya Rafîdeyn
- Hawpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî
- Zarokên Mezopotamyayê
- Zarokên Nehreyn
- Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê
- Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê
- Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
- Partiya Demokrata Kurdistanê
Li Kurdistanê hilbijartin
Biryare roja 12ê Gulanê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê werin kirin. Parlamentoya Iraqê xwedan 329 kursiyan e û ji van 46 kursî yên Herêma Kurdistanê ne.
Li Hewlêrê 16 kursî hatine destnîşankirin û yek kotay mesihîya ne. Li parêzgeha Silêmanî 18 kursî û li Duhokê 13 kursî hatine veqetandin. Herwiha li Duhokê jî kursiyek bo kotaya mesihîya ne.
Bi giştî 3 milyon û 144 hezar û 730 kesî mafê dengdanê li Herêma Kurdistanê heye. 19 partî bi 25 lîsteyan beşdar dibin û 4 hevpeyman û 2 namzedên serbixwe jî hene.
Li Herêma Kurdistanê bi giştî 503 kes bo 46 kursiyan bûne namzed û ji wan 357 zilam in û 146 kes jî jin in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse