DUHOK – Li seyrangehan 500 ton gilêş hatiye komkirin

18-04-2017
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Duhok
Duhok
Nîşan Duhok Jîngeh Gilêş
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Îsal li seyrangehên parêzgeha Duhokê 500 ton gilêş hatiye berhevkirin. Ev yek di demekê de ye, ku salên derbasbûyî hevnîştîmaniyan zêdetir gilêş li pey xwe dihiştin.

 

Gilêşên li seyrangehên parêzgeha Duhokê sal bi salê kêmtir dibe. Di sala 2015ê de nêzîkî hezar ton gişlêş hate berhevkirin. Di sala 2016ê de 700 ton û îsal jî nîzîkî 500 ton gilêş hate komkirin. Saziyên pêwendîdar dibêjin, di mijara parastina jîngehê de hişyarî her sal zêdetir dibe.

 

Ehmed Mihemed yek ji wan hevnîştîmaniyan e ku car caran ji bo bêhnvedanê ligel malbata xwe diçe seyranê. Di jîngeheke paqîj de zêdetir bêhna wan derdikeve.

 

Ehmed Mihemed dibêje; “Çend paqîj be dora me, ew hinde keyfa xwe xweş dibe. ez niha hatine seyranê, dema seyrana min xilas dibe, gilêşa xwe dixim nav kîsan û bidim davjime cihê gilêşê.”

 

Eger mirov hevberkirinekê bike, îsal ji salên derbasbûyî kêmtir gilêş li cihê seyrangehan hatiye komkirin.

 

Rêveberê Rêveberiya Giştî ya Bajarvaniya Duhokê Heval Ehmed Hisên jî diyar dike; “Ev yek jî nîşana wê yekê dike, ku hevnîştîmanî zêdetir alîkarî didin û hişyariyê nîşan didin. Herwiha şîrketên paqijiyê li ser karê xwe bi rijd in.”

 

Saziyên mîrî, olî, civakî û zanistî lihev dicivin da ku ji bo parastina jîngehê rêyên baştri bibînin. Belavkirina hişyariyan jî rêyeke sereke ye.

 

Rêveberê Fermangeha Jîngeha Duhokê Mihemed Tahir Birîfkanî dibêje; “Heta niha di danûstandina ligel hevwelatiyan de em bêhnfereh bûne. Divê ew bixwe bizanin birîna darekê jî bandore li jiyanê dike. Eger ew hest bi vî nekin, em neşar in wan siza bikin.”

 

Jîngeha paqij binyata peydakirina bexteweriya mirovan e, ji ber ku bandore li biyavên din ên jiyanê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst