Namzeda xelata Nobelê, Nadiya: Rizgarkirina jinên êzîdî ji xelata Nobelê mezintir e!

18-03-2016
RÛDAW
A+ A-

Almanya (Rûdaw) – Keça êzîdî Nadiya Murad, ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin û niha bûye namzeda xelata Aştiyê ya Nobelê, dilê xwe ji Rûdawê re vekir û rexneyên tûj li rayedarên Kurdistanê û civaka navdewletî kir.

 

Nadiya Murad, ku li gundê Koço yê Şingalê ligel hezaran kurdên din ên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, ji destê DAIŞê rizgar bû. Nadiya piştî ku rizgar bû welat bi welat geriya û hawara kurdên êzîdî gihand cîhanê.

Nadiya, niha bûye namzed xelata Aştiyê Nobelê û şansê wê jî ji bo standina wê xelatê, zêde ye. Nadiya niha li Almanya penaber e. Wê keça êzîdî bersiva pirsên Peyamnêra Rûdawê li Almanya Ala Şalî da. 

 

Rûdaw: Tu endama malbateke êzîdî û ji gundê Koço yê Şingalê yî. Dema te di civîna Encumena Asayişa Navdewletî de behsa komkujiya wî gundî û tiştên ku hatine serê te û kurdên êzîdî kir, hestên te çi bûn?

Ew tiştên ku di civîna Encumena Asayişa Navdewletî de got, DAIŞê anîbû serê keç û jinên êzîdî. Min ew tişt bi çavên xwe dîtibûn. Min li wir tenê ji bo gelê xwe hawar nedikir min dixwest gazî cîhanê bikim û bêjim, alîkariya tevahiya wan kesan bikin ku ji destê DAIŞê mexdûr bûne. Ez wisa hest dikim ku heta niha negihîştime armanca xwe. Tişta ku min dixwest bêjim ew bû ku DAIŞ li dijî mirovahiyê ye li dijî jin û zarokan e li djiî hemû ayîn û olekê ye. Min dixwest bêjim ku DAIŞ hemû mirovahiyê tehdîd dike.


Ez dixwazim mirovahî bi hewara me were ji ber ku ew tişta ku hat serê me, me ti carî xeyal nedikir! Wan zilam kuştin, jin û zarok revandin û destdirêjî li wan kirin. Wan ev yek di bin navê îslamê de dikirin û digotin, “em şerîetê bicîh tînin!” Em mecbûr dikirin “şehadet”ê bînin û bibin misilman. Min ev tişt li welatên erebî jî got. Ez niha jî bangî wan ciwan û kesan dikim ên ku alîgir û endamên DAIŞê ne û ji wan re dibêjim; Ewa ku DAIŞ dike ti eleqeya wê bi ayîn û ol re tine. Zilmek mezin li me hat kirin lê kesî dengê me nebihîst. DAIŞê bi hezaran keç û jinên me revand û tiştên xirab bi wan re kir. Wan em firotin û em bi kirê didan. Sal û nîv e zarokên me di kampên DAIŞê de ne. Heta niha tiştek ji bo me nehatiye kirin.

Rûdaw: Lê te tiştekî mezin kir, te ew zilm û zordariya ku bi çavên xwe dîtibû, gihand cîhanê…

Rast e. Min nedixwest tiştekî veşêrim ji ber ku ew tiştên ku hatin serê me, neheqî bûn. Gelê me ne nêzîkî partiyên siyasî bû ne jî nêzîkî hikûmetan bû, eleqeya me ti tiştekî re tinebû. Dema DAIŞ hat tiştek negot tenê got, hûn êzîdî ne ji ber wê em ji bo kuştina we hatine! Ez tenê behsa gundê Koço nakim min li kuderê tiştek dîtibe ez dibêjim. Lê dema ez dibînim tiştekî ji bo me nakin ez pir pê dêşim. DAIŞê ji me re digot, hûn kafir in divê bibin misilman! Dema ez behsa van bûyeran bikim û tiştek ji bo me neyê kirin wê çaxê ezê du caran bimirim!

Rûdaw: Dema tu ji Mûsilê reviyabûy tu çûbû mala yekî ereb. Gelo vê yekê ti bandorek li ser te kir?

Wê mala ereb alîkariya min kir lê DAIŞê êrişî me kir gellek malên ereb û kurdên misilman ên Şingalê jî tevlî DAIŞê bûn. Helbet ez nabêjim tevahiya misilmanan DAIŞî ne. Piraniya wan kesên ku em dîtin, xelkê Mûsilê bûn. Dema em siwarê otomobîlê kirin, çekdarên DAIŞê bi tirkmenî dipeyivîn, xelkê Til Eferê bûn. Baweriya me bi wan nema, baweriya me bi gellek kesan nemaye.


Roja 3ê mehê (Tebaxa 2014ê) ez di xew de bûm, dayîka ez hişyar kirim û got, DAIŞ ketiye Şingalê. Zilamên gundê me çûn ba hêzên Pêşmerge, wan gotibûn tiştek tine lê ew bi şev ji Şingalê derketibûn. Baweriya me bi wan jî nema ji ber ku dema DAIŞ keti nav gundê me ti kesî alîkariya me nekir. Ji 3ê mehê heta 15ê mehê em di nav gund de hatibûn dorpêçkirin. Zilamên gund bi telefonê bi rayedarên Iraq û Kurdistanê re di nav pêwendiyê de bûn. Roja 15ê mehê zilam ji nav me derxistin û hemû kuştin. Me dengê fîşekan dibihîst lê me wisa dizanîbû ku hêzên Pêşmerge hatine me rizgar bikin! Lê me zanî ku em bi tenê mane! Me ti carî bawer nedikir ku em bi tenê bimînin.


Niha em li hêviya wê ne ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hesabê ji wan berpirs û rayedarên ku Şingal vala kirin, bixwaze. Piştî ku ez rizgar bûm gellek kesan alîkariya me kir. Xelkê Zaxo, Dihok û Silêmaniyê dilê xwe ji me re vekirin.

Rûdaw: Wê roja ku DAIŞ ket nav gundê we, çi qewimî? Tu niha çawa li bûyerê dinêrî?

Rojekî pir zehmet bû, pir germ bû. Her saetê tiştek dihanîn serê me. Dora me girtibûn me nedikarî avê jî vexwin. Zilamên gund ji me veqetandin û birin hemû komkuj kirin. 6 birayên min wê rojê hatin kuştin. Ez ji hemû zarokên malbatê biçûktir bûm. Bi rastî pir zor e dema 6 birayên te li ber çavên te bên kuştin! Hinek malbat hebûn 9 kesên wan hatibûn kuştin. Jiyana me bêyî wan pir zehmet e. Ji hemiyan nexweştir j ew e ku gundê me hîn di destê DAIŞê de ye. Tenê gunehê wan ew bû ku êzîdî ne.


Birayekî min serbaz bû, her mehê 10 rojan dibû kêşik. Ez gellek caran dibêjim qey birayê min nehatiye kuştin û li kêşikê ye. Tiştên ku hatin serê me tenê ji ber wê bû ku em êzîdî ne. Çekdarên DAIŞê digotin, em hatine hemû zilamên êzîdî bikujin û jin û keçên wan jî ji xwe re bibin! Gellek jin û keçên êzîdî jî heta niha di destê DAIŞê de ne. Bi hezaran zarok li benda dayîkên xwe ne û bi hezaran dayîk jî li benda dîtine zarokên xwe ne. Mixabin heta niha tiştek ji bo wan nehatiye kirin, heta niha yek kes jî bi operasiyona leşkerî nehatiye rizgarkirin.

Rûdaw: Te di civîna Encumena Asayişa Navdewletî de behsa gundê xwe kiribû û te gotibû, gundê me pir xweş bû. Tu dikarî hinekî behsa wê bikî?

Beriya ku DAIŞ êrişî gundê me bike, jiyaneke me ya xweş û sade hebû li gund. Em mijûlî çandinî û ajeldariyê bûn. Ez jî diçûm dibistanê. Em pir ji jiyana xwe razî bûn. Xwezî li wê jiyana me…

Rûdaw: Çi tişta DAIŞê tu ti carî ji bîr nakî?

Her tiştên ku DAIŞê aniye serê me, xirab bûn û nayên jibîrkirin. Lê dema em dibirin Mûsilê, di nav otomobîlê de em pir tirsandin. Ew tirsa ti carî ji bîra min naçe.

Rûdaw: Dema te di civîna Encumena Asayişa Navdewletî de behsa xwe dikir, çend endamên encumenê giriyan. Gelo bi nêrîna te cîhanê wezîfeya xwe li hember kurdên êzîdî û mezdûrên destê DAIŞê bicîh aniye?

Pêwîstiya min bi giriyan û dilşewitandinê tine, pêwîstiya min pê tine ku kesek ji min re bêje tu qehreman î. Ez dixwazim ev arîşe were çareserkirin û pêşiya DAIŞê were girtin, jin û zarokên ku di destê DAIŞê de ne bên rizgarkirin.

Rûdaw: Tu bi gellek serok, lîder û mezinên cîhanê re rûniştî. Te daxwaza çi ji wan kir?

Min ji wan dixwest DAIŞê ji nav bibin ji ber ku DAIŞ ji bo her kesî tehdîd e. Daxwaziya min ji wan ew bû ku jinên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, bên rizgarkirin, nehêlin êdî ti kes tevlî DAIŞê bibe. Ew tiştên ku hatine ser êzîdiyan jî wek jenosîd qebûl bikin.

Rûdaw: Soz û gotinên kîjan ji wan serok û lîderan bi dilê  te bû?

Hemiyan tiştên baş digotin û digotin, em li dijî DAIŞê ne, DAIŞê zilm li we kiriye. Heta niha di piratîkê de tiştek nekirine û tiştên ku min jin xwestine yek jî bicîh nehanîne. Lê ezê rijd bim li ser daxwaziyên xwe.

Rûdaw: Êzîdî beşek ji gelê kurd in. Lê bala min kişand dema te di civîna Encumena Asayişa Navdewletî de diaxivî, te qet peyva kurd neanî ser zimanê xwe. Gelo tu ji kurdan hêrs bûyî?

Ez xwe ji Kurdan dûr nagirim lê baweriya min bi hikûmet û siyaseta kurd nemaye. Ji ber ku heta niha tiştek ji bo me nekirine, bi sedan keç û dayîkên şehîdan hene, serdana yekê jî nekirine. Serokatiya Herêma Kurdistanê, hefteyek piştî dagirkirina Şingalê ragihand, dê hesab li wan kesên ku Şingal berdane, were xwestin lê tiştek nekirin. Ev yek bû sebeba wê ku di navbera me û wan de derz çêbe.

Rûdaw: Tu dixwazî ji bo kurdên êzîdî çi bê kirin?

Gelê êzîdî roj bi roj ji nav diçe. Heta niha jî hinek ji wan di gorên komî de ne. Bi hezaran êzîdî di destê DAIŞê de ne. Hinek ji wan bi neçarî berê xwe dan Ewropa. Hinek ji wan di kampan de bêxwedî mane. Daxwaziya me ew e ku ew tiştên hatine serê me wek jenosîd bê naskirin. Cih û warê me were rizgarkirin û ji aliyê hêzên êzîdî ve bê parastin û fermangeh û saziyên Şingalê jî ji aliyê êzîdiyan ve bên birêvebirin.

Li gorî min, ew deverên ku hatine azadkirin ne ji ber şerefa êzîdiyan hatine rizgarkirin, ji ber hevrikiyên siyasî hatine azadkirin. Her hêzekê alaya xwe li wir daçikandiye. Ew şerê ku li wir dikin ji ber xatirê alayên xwe dikin ne ji bo xatirê me! Tiştên wiha dilê me zêdetir birîndar dikin.

Rûdaw: Beşek mezin ji kurdên êzîdî hatine Ewropa, hinek din jî dixwazin bên. Li gorî te, bila werin yan jî li Kurdistanê bimînin?

Ez ji êzîdiyan re nabêjim zêda xwe bernedin, ez malbata xwe jî venagerînim cihê ku di bin metirsiya dagirkirinê de ye. Ji ber ku baweriya min bi wan kesên ku em diparastin, nemaye. Her gava ku yên em di cî de hîştin, hesab dan wê çaxê ezê vegerim Kurdistanê.

Rûdaw: Dema Şingal ji aliyê Pêşmerge ve ji destê DAIŞê hat derxistin, hestên te çi bûn?

Şingal bi tememî nehatiye azadkirin. Em dixwazin hemû dever bên azadkirin. Her kesê ku bi şer yan jî bi axaftin DAIŞê bide sekinandin, ez piştgiriya wî/wê dikim. Wezîfeya Pêşmerge û artêşa Iraqê ye ku cih û warê me ji destê DAIŞê azad bikin. Dema ew fermandeyên ku Şingal di cîh de hîştin û reviyan, hesab bidin ezê kêfxweş bibim.

Rûdaw: Tu çawa li xebat û hewlên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku komkujiya êzîdiyan wek jenosîd bê naskirin, dinêrî? Gelo ew hewl têrê dikin?

Min serdana gellek welat û saziyan kir û min ji wan xwest ku komkujiya êzîdiyan wek jenosîd nas bikin. Lê li wan deran yekê jî negot min hikûmetê yan kesekî din hatiye daxwaziyek wiha kiriye! Ev dosya qet pêşde neçûye ji ber wê jî ez ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dixwazim ciddî li dû vê dosyayê bin.

Rûdaw: Tu çawa li hewlên ofîsa Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dinêrî ji bo rizgarkirina keç û jinên êzîdî?

Karekî pir baş bû, bi taybet di warê darayî de çimkî kurdên êzîdî tiştekî wan nemaye û nikarin keç û jinên xwe bikirrin. Lê ev pêngav sist bûye. Em dixwazin hewlên rizgarkirina jinên êzîdî bidome.

Rûdaw: Tu bûyî namzeda xelata Aştiyê ya Nobelê. Ew xelat ji bo çiqasî girîng e?

Xelata Nobelê xelateke pir mezin e lê rizgarkirina jin û keçên êzîdî ji destê DAIŞê pir ji wê welatê mezintir e. Rast e xelata Nobelê xelatek mezin û pîroz e lê doza me ji wê xelatê pir mezintir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst