Dilxwaz Behlewî
Hewlêr (Rûdaw) – Beripirsekî Partiya Îxwan Muslimîn a Sûriyê dibêje ku kurd naxwazin tevlî Hevpeymanîya Opozsiyonê bibin. Berpirsekî kurd diyar kir ku kurd tevlî nabin, ji ber ku ti bernameye siyasî ya wê hevpeymaniyê ji bo çareserkirina pirsa gelê kurd li Sûriyê nîne.
Endamê Desteya Bilind a Kurd (DBK) Feysel Yûsif ji Rûdaw re got: "Kurd heta niha derbasî nav Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyonê nebûne, ji ber ku ti bernameyeke wan ya siyasî nîne."
Yûsif ragihand ku kurd dixwazin beşdarî pêvajoya avakirina Sûriya paşerojê bibin, ji ber ku xwe wek hevparekî rasteqîne di Sûriyê de dibîne.
Cîgirê Çavdêrê Gişitî yê Îxwan Muslimîn a Sûriyê Farûq Teyfûr di hevpeyivînekê de digel rojnameya Rûdaw ku di çapa îro de hatiye belavkirin got: "Sernegirtina gotubêjên navbera hevpeymanıya niştîmanî û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê de (ENKS) sûcê kurdan bû."
Bi gotina Teyfûr, bêtirî 40 partiyên kurdan li Sûriya hene û ji ber vê yekê jî nikarin biryareke hevgrtî bidin.
Avakirina hikûmetekê demkî bê kurdan seqet e
Feysel Yûsif ku di heman demê de endamê desteya serokatiya kongreya 2. a ENKS'ê bû, derbarê avakirina hikûmeteke demkî de wiha got: "Ev yek wê bibe astengeke din li ber yekîtiya opozsiyona Sûriyê."
Yûsif diyar kir ku avakirina her hikûmetekê bê ku kurd tê de beşdar bin, wê karekî seqet be.
Hevpeymanîya Niştimanî wê îro li bajarê Stenbolê pirsa hilbijartina serokekî ji bo hikûmeta demkî gotûbêj bike.
3 kes wek berbijarên xwedî şansê zêde ne di nav wan de kesatiyeke kurd ê bi navê Xesan Hîto heye.
Derbarê vê yekê de, Feysel Yûsif got: "Hîto kesatiyeke niştimanî ye, lê ew nûneratiya gelê kurd nake. Ji ber ku Desteya Bilind a Kurd (DBK) nûnertiya piraniya gelê kurd li Sûriyê dike.
Yûsif bal kişand ku ya giringe ne kesatiya serokê hikûmetê ye û wiha got: "Bernameya wî ya siyasî û bi taybet derbarê çareserkirina doza kurd de giring e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse