12 Photos
Ahenga derçûnê ya 29emîn xula xwendekarên Zanîngeha Dihokê hat lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî ahengê bû.
Îsal 20 hezar û 213 xwendekar li Zanîngeha Dihokê dixwînin ku îro 5 hezar û 51 xwendekar jê der çûn û xwendina xwe temam kir.
Heta niha 20 hezar û 229 xwendekar ji Zanîngeha Dihokê der çûne.
Zanîngeha Dihokê Çiriya Pêşîna 1992yan bi çavdêriya Dr. Îsmet Mihemed Xalîd hatiye damezirandin.
Zanîngeha Dihokê xwedî 17 beşên cuda ye.