Li Semsûrê brûskê li keriyê pez da: 78 serî pez mirar bûn

17-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Besnî ya ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê brûskê li keriyê pez  da. Di bûyerê de 78 ser ajelên welatiyekî mirar bûn.

Li gor zanyariyan, gundê Bîrê Uskan ê girêdayî  navçeya Besnî ya ser bi parêzgeha Semsûrê, birûskê, li keriyê pez ê welatiyê bi navê Selîm Arslan da.

Har zanîn ku di bûyerê de 78 bizinên welatiyê navborî mirar bûn.

Xwediyê wan bizinan Selîm Arslan ragihand ku ajeldarî take deriyê wî dahatê bûye û ji aliyên peywendîdar daxwaza alîkariyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst