Gultan Kişanak “li ber deriyê zîndanê” ye!

17-09-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Amed (Rûdaw) – Serdozgeriya bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji dadgehê xwest, şaredara Amedê Gultan Kişanak bide girtin û 5 sal cezayê zîndanê bidê.

 

Şaredar Amedê Gultan Kişanak, beriya niha ji ber axaftina xwe ya roja 8ê Adara îsal (roja jinên cîhanê) rastî lêpirsînê hatibû û bi wê hatibû tohmetbarkirin ku “propagandeya PKKê” kiriye.

 

Ji ber wê jî serdozgeriya Amedê doznameya darizandina Gultan Kişanak amade kir û radestî dadgehê kir. Di doznameyê de ji Kişanakê re 5 sal cezayê zîndanê hatiye xwestin.

 

Eger dozname ji aliyê dadgehê ve were pesendkirin wê çaxê Gultan Kişanak dê were girtin.

 

Di doznameya serdozgeriya Amedê de behsa naveroka axaftina Kişanakê nehatiye kirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst