Galeriya wêneyan

17-08-2022
28 Photos
RÛDAW

Gola Xwê ku yek ji herêmên avî yên girîng ên Tirkiyeyê ye û ji bo parastina cihêrengiya biyolojîk xwedî girîngiyeke mezin e, bi bedewiya xwe ya xwezayî jî bala geştiyaran dikşîne.

Gola Xwê ya ku di meha Tebaxê de heta asteke mezin zuha dibe û dişibe çoleke xwê, ji Enqere û bajarên din ên derdorê pêşwaziya mêvanan dike da ku li ser xwê bimeşin û elektrîka neyînî bavêjin.

Di nav hezkiriyên Gola Xwê de gelek tûrîstên biyanî hene, ku di dema betlaneyê de serdana wê dikin.

Gola Xwê ya ku di Lîsteya Demkî ya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê de ye dema ku roj diçe ava li ser golê dîmenên bedew derdixe holê.

 

Wêne: AA