Amed – Kurmikekî kesk bûye bela cotkarên pembo

17-07-2022
Abdulselam Akinci
700 hezar donim zeviyên Amedê bi pembo hatine çandin
700 hezar donim zeviyên Amedê bi pembo hatine çandin
Nîşan Amed Pembo Cotkar Kurmik
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê îsal li ser 700 hezar donim erd, pembo hatiye çandin û pêşbînî ew e ku 350 hezar ton pembo were komkirin. Lê îsal kurmikekî kesk zevîyên pembo dane ber xwe û zirarê dide gwîzikên pembo.

Li gorî endezyarên çandinîyê, îsal li tevahiya Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê ew kurmik heye û divê cotkar rênimayên tûnd bigrin ber ku ew jî reşandina dermanên baş e. Endezyar dibêjin, ev kurmikê kesk dema ku dikeve gwîzikên pembo nahêle gwîzik temam bibe û ev yek jî dibe sedema berhemê kêm. Ew dibêjin eger bi derman ew kurmik neyêne tunekirin, serê donimek erd wê tenê 200 kîlo pembo jê derkeve.

Li gel lêçûnên cûda yên çandiniya pembû ji ber kurmik û kêzikên xisardar dermankirina pembû jî bûye barek din a cotkaran. Lê cotkar dibêjin baş e ku çareyek heye ku ew dê karibin rê li ber zirardayîna kurmikan bigrin.

Li Gundş şerabiyê ya bi ser navçeya Sûra Amedê ve karkerên demsalî di bin 42 pileya germê de dixebitin. Îsal cûreyek kurmên  kesk û kizikên ku zirarek mezin digihînin pembo li vê zevîyê peyda bûne li alîyek karker aşêvkirinê dikin li alîyê din jî xwedîyê zevîyê cotkar Şêxmûs Tamaç jî bi  endezyarê candinîyê re li rêyeke  têk birina kurm û kêzika xisardar digerin.

Cotkarê Pembo Şêxmûs Tamaç dibêje: “Îsal kurm pir in. Ev bû du sê car in em derman dikin. Em îlaç dikin ka dawiyê dê çawa be. Xwedê xêr bike.”

Li gor cotkaran ev kizêkin xisardar ji bilî Amedê li tevahîya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li zevîyên pembo xistine û cotkar mecbur man e ku bi lêçûnek zêde zevîyên xwe  derman bikin. Li gel giştî xerciyên berhemanîna pembo dermankirina bo kêzikan jî li wan bûye barek li ser baran.

Cotkarê Pembo Ebdûllah Tamaç jî got: “120 donim erde min e. Dermanê wî, gubreya wî, heqê karkeran jî  tê de sere donimê 4 hezar lire heta niha mesrefa min bûye.Tabî erd jî yê min e, eger erd ne yê min ba mesrefa min dê hêj zêdetir ba. Heqê elektirîkê jî ne tê de ye. Çar meh in em bi vî pemboyî re mijûl in. Em zehmetê dibînin me aniyê astekî îca ev kurma li sere me bûn bela. Heke ku dermankirin nebe ji ber van kurman em pembo ranakin îsal. Heke ku derman nebe di şuna ku sere donimê emê kîlo pembû hildin dê dakeve 200 kîloyan.Ev kurmik ji gûzikên pembo re gelek metirsîdar e. Em hatim min dît ku rengê pembo xira bûye. Kizika kor jî heye, kurmikên ku li gûzikan dixin jî heye.”

Endezyarên çandiniyê jî zirar dayîna wan kêzikan bi awayek zanistî radixin pêş çev hişyarî didin cotkaran.

Endezyarê Çandiniyê Ferzende Goktîmûr got: “Wexta ku pinpinîk hêk dikin sê roj şûn de hêk diteqin dibin kurmik yekemin, sêyemîn, çaremin, pêncemîn, şeşemîn. Di wan astan de em bejin du heyamê duyemîn dê kurmikê de midaxileyek kîmyewî çêbe çêdibe çene be jî zirar roj bi roj zêdetir dibe. Ji Bakûrê Kurdistanê bigre heta tevahîya Tirkiyê li her heremî ev kurm heye. Kurmikek giştî ye. Ez cotkaran hişyar dikim ku cotkar dermanê erzan, dermanên ku rihsata wan tune bin li zevîyê xwe bixin, zirara wan dê cûr be cûr zêde bibe. Ji ber wê divê ti kes endezyarek were kontrola zeviyê bike û li gor asta kurmik dermanek esasî û baş bavêje zevîyê.Wexta ku dermanek baş neye avêtin zirara wan y3e bibe du qat,sê qat,çar qat.”

Li Amedê îsal di 700 hezar donim erd de pembo hatiye çandin û cotkar çevereyî 350 hezar ton berhem in lê li gor endezyarên çandiniyê heke ku rêgirî li vê cûre kurma kesk a ku xisarek zêde dide pembo neye kirin mesrefa cotkaran û dahata wan a ji pembo dê hev dernexin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst