Malbatên mexdûr ên Roboskî hatin cezakirin

17-06-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Malbatên 34 gundiyên gundê Roboskî yên ku li ser sînorê bakûr û başûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên şerî yên Tirkiyê ve hatin kuştin, ji ber ku “zarokên xwe bibîr anîne” hatin cezakirin.

Li gorî nûçeya ajansa DÎHAyê, welatiyê bi navê Velî Encû ku di bûyera Roboskî de zarok û xizmên xwe ji dest daye, diyar kir ku dozgerê dadgeha taybet a Amedê ji bo malbatên ku beriya niha çûbûn cihê bûyerê û zarokên xwe bibîra anîbûn, cezayê pere biriye.

Encû ragihand ku wan çend roj berê (12ê Gulanê) bi helkefta 500emîn roja bûyerê çûbûn cihê bûyer û zarokên xwe bibîr anîbûn lê rastî lêpirsîn û cezaya dewletê hatin.

Li gorî Velî Encû, dadgehê li dijî hinek kesên ku neçûbûn cihê bûyerê jî lêpirsîn vekiriye û ceza ji wan re biriye.

Hat zanîn ku dadgehê ji her kesê ku roja 12ê Gulanê çûbûn cihê bûyera Roboskî re 3 hezar lîre (nêzîkî 1500 dolar) ceza biriye û ew banghêştî dadgehê jî kirine.

Şeva 28ê Kanûna 2011, balafirên şerî yên Tirkiyê li ser sînorê bakûr û başûr 34 gundiyên gundê Roboskî li devera Qilbana Şirnexê li bakûrê Kurdistanê, bi hêceta ku “terorîst in” dabûn ber bombeyan û di encamê de hemûyan can dan.

Her wiha çend roj berê dozgeriya Amedê dosyeya lêpirsîna bûyera Roboskî radestî dozgeriya serbazî ya artêşa Tirkiyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst