Galeriya wêneyan

17-05-2023
39 Photos
Bilind T. Abdullah

Duh Sêşemê 16ê Gulana 2023an bo duyemîn sal li pey hev, hejmarek xizm û malbatên kesên Enfalkiriyan û rizgarbûyên Enfalê serdana gora bikom û Keleha Nugre Selman li parêzgeha Musena ya Iraqê kirin. Îsal herwiha pêşangeheke wêneyan a taybet bi Enfalkiriyan hatibû vekirin.

Di wê pêşangehê de wêneyên beşek ji wan zarokên Kurd hatine nîşandan ku di komkujiya Enfalê de ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatine kuştin.

Parlamentera Kurd a di Parlamentoya Iraqê de, Sirwe Mihemed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Me hewl da ku Keleha Nugre Selman ku bi hezaran Kurd tê de hatibûn zîndanîkirin û hin ji wan piştre hatin Enfalkirin (komkujkirin), bikin muzexaneyek bo heta hetayê daku wek belgeyeke dîrokî bimîne.”

Wê parlamentera Kurd diyar kir, wan razîbûna aliyên têkildar ên hikûmeta Iraqê wergirtiye jibo ku Keleha Nugre Selman ji Wezareta Dadê bo ser Wezareta Şehîdên Iraqê bê veguhastin.

Lêkolînvanê warê Enfalê, Simko Sabîr jî derbarê vekirina pêşangeha wêneyan de ji Rûdawê re got: “Armanca vekirina vê pêşangehê ew e ku em nîşan bidin zarokên Kurd ên bêguneh ên temenên cuda di dema Enfalê de hatine kuştin, tenê ji ber ku Kurd bûne.”

Simko Sabîr herwiha diyar kir, di dema komkujiya Enfalê de, zarokên Kurdên yek rojî de hatine kuştin.