Sirî Sakik careke din ji aliyê BDPê ve tê rexnekirin

17-04-2014
EHMED EKAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- meha sibata 2014an parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Mûşê Sirî Sakik ragihand ku gendelî di hikûmetê de çêbibe yan çênebe ne xema  wî ye, ji ber ku eger ew pere ji budceyê neyê dizîn jî wê hemû bibe çek û pê li Kurdan bê xisti. Wê demê hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş ew rexne kir û got ku kê gotiye gendeliya hikûmetê Kurdan têkildar nake, ew ne raste û Sakik şaş kiriye.

Roja 16ê nîsanî carek din Sirî Sakik ji aliyê BDPê ve hat rexne kirin, vê carê jî ji ber spasiya rêxistina MÎTa Tirkiyê kiriye.

Ev çend rojin li Parlementoyaa Tirkiyê qanûna girêdayî karûbar, desthilat û peyrewa rêxistina îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) tê gotûbêjkirin û heta niha li ser 11 xalan lihevkirin çêbûye û hat qebûl kirin.

Derbarê gengeşeyên li ser qanûna MÎTê de, parlamenterê BDPê yê Mûşê Sirî Sakik di parlamentoyê de axifî û got “Cara yekeme di dîroka Tirkiyê de MÎT rêveberiya pêvajoyekî wiha wek pêvajoya aştî û çareseriyê dike û eger ew rêxistin kariye li hemebr ewqas guvêş û êrîşan li ber xwe bide, BDPê wê wek temaşevan nemîne û ez serokê wê rêxistinê Hekan Fîdan û hevalên wî spas dikim”.

Axaftina Sirî Sakik bertekeke tund ji aliyê BDPê li ser zimanê cîgira serokê koma BDPê li parlamentoyê Perwîn Buldan dît. Buldan bersiv da axaftinên Sakik û got “Heta ku bûyerên wek Roboskî, Gever, Licê û Parîsê li meydanê be, ti maf tine ye em MÎTa tirkiyê spas bikin û ez bawerim ku hevalê me Sirî Sakik ji ber ku bi şaşî mijar fêm kiriye ev spasî pêşkêşî MÎTa Tirkiyê kir”.

Buldan di axaftina xwe derbarê karê MÎTê de destnîşan kir ku “Rojava ji bo BDPê xeteke sor e û heta niha pirsgirêka şandina kemyonên çekan ji aliyê MÎTê ve ji bo rêxistinên Îslamiyên tundrew yên li dijî Kurdan li Rojava şer dikin, nehatiye aşkerekirin û darezandin, dîsa destê vê rêxistinê di kuştina yek ji rêveberên PKKê Sakîne Cansiz û du hevalên wê de heye û ew mijar jî ne hatiye zelalkirin, tevî ku ew gumanbarê ku hatiye girtin îsbat bû ku wî talîmatên xwe ji MÎTê girtibûn”.

Perwîn Buldan aşkere kir ku “eger kesek hebe bê spaskirin, pêwîste rêberê PKKê Abdullah Ocalan be, ji ber ku wî ev pêvajo destpêkir û ew bû sedema ku îro li Tirkiyê ji salekî zêdetir xwîn narije û dayik jî nagirîn, pêwîste di demeke herî nêzîk de ne tenê danûstandinên MÎTê bi qanûnan bê parastin, lê belê bingeheke qanûnî ji aliyê din yê pêvajoyê re jî bê dayîn”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst