Galeriya wêneyan

17-03-2024
16 Photos
Murat Bulut

Pîrozbahiya Newrozê ya ku li nêzîkî Keleha Wanê ya dîrokî pêk hat, bi coşeke mezin dest pê kir.

Ji bo Newroza ku di pêşengiya DEM Partiyê de hat pîrozkirin, welatiyan ji danê sibehê ve li qada pîrozbahiyê cihên xwe girtin.

Di pîrozbahiyê de bi hezaran kesan bi stranên Kurdî govend gerand.

Pankarta “Ji Birêz Selahattin Demirtaş Re Azadî” bal kişand.

Di çalakiya Newrozê de namzedên DEM Partiyê yên hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî gotar pêşkeş kirin.

Di Newrozê de hunermend Faraz Sine, Suavî, Koma Aryen û Helîmê Omerî jî dê derkevin ser dikê.

Wêne: Murat Bulut / Rûdaw