Li Raniye şer: 9 kuştî û 10 birîndar

17-03-2018
RÛDAW
A+ A-
Raniye (Rûdaw) -  Li navçeya Raniye ya Silêmaniyê di şereke çekdarî de 9 kesan canê xwe ji dest dane û 10 kes jî birînda bûne.

 

Îro Şemiyê (17.03.2018) seat derdora 15.30ê li bajarokê Hacîawa ya bi ser Rêveberiya Raperîn a Silêmaniyê di navbera du malbatan de şerê çekdarî derket û di enacmê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.


Berdevekê Polîsê Raperînê Şoreş Îsmaîl derbarê bûyerê de ji Rûdawê re diyar kir ku ji ber neyartiyê di navbera du malbatan de pevçûn derket.


Malbata Maktûl êvarî ji bo tolhildanê bi ser malbatekê li gundê Klawsorê yê girêdayê nahiya Çwatkurnayê de girt. Li wê derê 2 kesên ji malbata Maktûl canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.


Piştre şerê di navbera herdu malbatan de mezintir bû û li gorî zanyariyên Rûdawê ji  Berdevekê Tendirustiya Raperîn Teha Mihemed wergirtine di bûyerê vê êvarê dest pê kirin de bi giştî 9 kesan canê xwe ji dest dane û 10 kes jî birînda bûne.


Di nav kesên canê xwe ji dest dane de ji heman malbatê zarok, dayîk, bav û bapîrek hene

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst