Nêzîk dê geştên Viyana - Hewlêr dîsa dest pê bikin

17-03-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hêla asmanî ya welatê Awûstûryayê biryar da ku, geştên xwe bo Hewlêrê demekê rawestîne.

Roja yekşemê, balafireke hêla asmanî ya Awûstûryayê beriya gehîştina xwe bo Balagfirgeha Hewlêrê, ji ser asmanê Tirkiyeyê vegeriya Viyana û rêveberiya wê şirketê jî biryar daye ku, geştên xwe bo Hewlêrê demekê rawestînin.

Rêveberê Giştî yê Şirketa Austrian Airlines li Herêma Kurdistanê Hallard Vitman ji Rûdawê re ragihand: “Me biryar daye ku heta 23ê vê mehê geştên xwe rawestînin.”

Hallard Vitman wiha got: P”iştî wê demê, emê bicivin û biryarê bidin ku em dest bi geştên xwe bikin yan rawestanê dirêj bikin.”

Wî rêveberê giştî yê şirketa Austrian Airlines piştrastî da ku, di demeke nêzîk de, wê dîsa geştên wan dest pê bikin. Lê dema destpêkirinê bi temamî diyar nekir.

Duhî jî, Vitman ji Rûdawê re ragihand ku, ji ber pirsgirêkeke teknîkî balafira wan nikarîbû li Hewlêrê dakeve û vegeriya Viyanayê, lewma biryar dan ku heta demekê geştên xwe bo Hewlêrê rawestînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst