Balafira Barzanî bê arîşe daketibû balafirxaneya Wanê

17-03-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Samî Ergoşî ew gotegotên ku behsa hebûna arîşeyên teknîkî di balafira Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de çêbûne, dema ku serdana bajarê Wanê Kir, red kirin.

Roja 15ê Adarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeke paye bilind serdana bajarê Wanê li Bakurê Kurdistanê û Tikriyê kir.

Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Samî Ergoşî di daxuyaniyekê de li ser malpera fermî ya hikumeta Herêma Kurdistanê got: “Ew gotegotên ku behsa wê yekê dikin ku dema balafir li balafirxaneya Wanê daketibû, rûbirûyê arşîeyên tenkînk bûye, derwein û bê bingehin.”

Heriwha Ergoşî bê agahiya xwe di vê derbarê de anî ziman û ragihand: “Ew gotegot bi hemû awayekî nerastin, ew balafir bê arîşe bû û di dema xwe de gihşt bajarê Wanê, ew gşet gelek asayî  û aram û bê arşîe hat encamdan.”
 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst