Partiya Azadî: YPG'ê alîgirên me yên li Efrînê serbest berdan

17-03-2013
HOŞÎ MÛRAD
Nîşan YPG PYD Partiya Azadî
A+ A-

Efrîn (Rûdaw) - Partiya Azadî ya Kurd li Sûriya ragihand ku şeva borî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hemû alîgirên wan ên li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê azad kirin.

Nûnerê partiya Azadî li Başûrê Kurdistanê Kawa Azîzî ji Rûdaw re got: "Şeva borî hemû alîgirên me li Efrînê ku nêzî 50 kesî bû û ji aliyê YPGê ve hatibûn girtin, serbest hatin berdan."

Azîzî diyar kir ku serkirdeyê partiya me Ebdilrehman Apo û kurê wî jî berdan û tenê 5 kesên xelkê gundê Burc Ebdalo li cem wan girtî mane û soz dane ku wan jî îro berdin.

Azîzî di berdewam axaftinên xwe de wiha got: "Ew girtî di encama danûstanên navbera partiya me û PYDê û herwiha navbera şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) li Efrînê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de pêk hat."

Kawa Azîzî ku mamostayê zanîngeha Selahedîne, hêvî xwest ku karên wiha di nav kurdan de dubare nebin û wiha got: "Em hêvîdar in kar û kiryarên wiha car din dubare nebin, divê em hev qebûl bikin û pêgirê rêkeftina Hewlêrê bin û hemû bendên wê pêk bînin."

Nûnerê partiya Azadî li başûr bang li PDY'ê kir û daxuyand: "Ez bang li hevalên PYDê dikim ku dest ji karên tundûjiyê ku li hember birayê xwe yên kurd encam didin, berdin."

Ew girtî di şerê ku 14ê vê mehê li herdu gundên Basûtê û Burc Ebdalo li herêma Efrînê yên navbera alîgirên Azadî û şervanên YPGê hatibûn girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst