'Îcar dora fêrbûna kurdî ye'

17-03-2013
RÛDAW
A+ A-

Azad Dîcle


Duisburg (Rûdaw) - Nifṣên nû yê Kurdên Almanyayê ku li vî welatî hatine dinyayê di nava çendîn zimanan de mezin bûne; ew Almanyayê weke welatê xwe dibînin û Kurdistanê jî weke welatê dêbavên xwe. Zimanê wan ê jiyanê bi giṣtî almanî ye, lê li malê bi zimanê dayîkê diaxivin. Rezan Halis 1990î li bajarê Almanya Duisburgê hatiye dinyayê û heta 12 saliya xwe jî li wir maye, paṣê mala xwe barkirine bajarê Velbertê û li wir dibistan xwendiye. Malbata Rezanê ji Depa ser bi Elezîzê ye û ji bo serdana bapîrê xwe ew her sal ҫûye Kurdistanê. Ligel ew xwe weke keçeka kurd dibîne, lê ji ber malbat li malê bi tirkî diaxive, Rezan fêrî axaftina kurdî nebûye, bi tirkî mezin bûye û li dibistanê jî fêrî almanî bûye, lewma dibêje, “Min ҫi dabe pêsiya xwe ez bi ser ketime, îcar dora kurdî ye û ezê di demeke kurt de baṣ fêr bibim.”

Rezan Halisa 22 salî yek ji wan ciwanên kurd e ku li Almanyayê hatiye dinyayê û girîngiyê dide welatê dêbavên xwe jî. Li bajarê Velbertê yê nêzîkî Essenê ew ji aliyekî ve dixwîne û ji aliyê din ve jî di Partiya Ҫep “Die Linke“ de siyasetê dike. Rezan Halis di sala 2011ê de bûye endama Die Linke û di hilbijartina heremî de ketiye nava Meclisa Biyaniyan li bajarê Velbertê û di meha Sibata îsal de jî weke berdevka rêxistina ciwanan ya eyaleta NRWê hat hilbijartin. Derbarê destpêkirina siyasetê di nav Partiya Ҫep de, Rezan Halis dibêje: “Ji zarokatiya min ve meyla min li ser siyasetên ҫepgir re heye. Bavê min di ciwaniya xwe de li Tirkiyeyê ҫepgirekî ҫalak bûye, niha jî endamê Die Linke ye û bi piṣtgirî û rêvekirina wî ez ketim vê partiyê.” Piṣtgiriya bavê wê ne tenê ji bo endamtiya di Die Linke de ye, Rezan bi berdewamî dibêje: “Ez xwe weke keҫeka bi ṣans dibînim, ji ber ku bavê min hertim xwest ez bixwînim. Ez niha gihiştim dawiya dibistana xwe ya ku sê salan dom kir û di dawiya Adarê de ez dibim hemṣîre.”

Rezan herwiha endama Komeleya Elewiyan e li bajarê Velbertê û di ṣev û ṣahiyan de jî an pêṣkêṣvaniyê dike, an jî stranan dibêje. Ji bo Rezanê hemṣîretî garantiya jiyana wê ye, ew dixwaze dîplomayek di destê wê de hebe, lê naxwaze navberê bide karên xwe yên siyasî jî. Lewma ew postê xwe yê nû di partiya Die Linke de jî berdewam bike.

Peyamek Rezan ji bo debavên kurd heye: “Divê rêya zarokên xwe vekin û ji bo pêṣeroja wan hertim bi pêşniyar û rênîṣanderiyê ji wan re bibin alîkar. Eger bavê min di şûna piṣtgirîkirina min de astengî li pêṣiya min derxista, ne min dikarî bixwenda û ne jî ez dibûm endama Die Linke. Rezan di dawiya axaftina xwe de diyar dike ku piştî ew bibe hemṣîre wê fêrbûna zimanê kurdî bide pêṣiya xwe: “Mixabin ez nikarim bi kurdî biaxivim, vê yekê weke kêmasiyekê dibînim. Ji bo fêrbûna kurdî hewce nake li benda biryar û piṣtgiriya bavê xwe bimînim, dixwazim di demeke kurt de tevlî kursekê bibim û fêr bibim.”  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst