Galeriya wêneyan

17-02-2022
22 Photos
Bilind T. Abdullah

Jina bi navê Înam Sabir a ku li Hewlêrê dijî, ev 5 sal in bi goşt, parçeyên hestî û xwarinên bermayî yên ku ji xwaringehan berhev dike, xwarinê dide kûçikên bêxwedî. Înam Sabir xwarinên ku bi roj berhev dike bi şev dema ku hemû bajar radizê li kûçikan belav dike.

Di wan salên dawî de kûçikên bêxwedî ku hejmara wan zêde dibe bûye mijareke germ li Başûrê Kurdistanê.

Di nava van nîqaşan de jina bi navê Înam Sabir her şev xwarinê dide bi sedan kûçikan.

Înam Sabir a 49 salî ku bi eslê xwe ji Mûsilê ye, ji sala 2009ê ve li Hewlêrê dijî. Ew şevan demjimêr 02:00 bi otomobîla xwe li pey kûçikên bêxwedî digere û zêdetir ji 120 kîlo xwarinê dide wan.

Înam Sabir ku kurek û 3 keçên wê hene û kebaniya malê ye, derbarê çîroka destpêkirina wî karê xwe de ji Rûdawê re ragihand, êvarekê ez vedigeriyam malê min kûçikek dît ku ji birçîna di nava zibildanê de li pey xwarinê digeriya û tiştek peyda nekir, wê yekê bala min kişand, min dît pîneyê bikarhatî yê zarokan li ber dest bû û dixwest bixu, wê jî bandorek mezin li derûniya min kir, lewra ji wê rojê ve min biryar da ku alîkariya wan kûçikan bidim.

Wê jina Mûsilî diyar kir, “destpêkê rojane min bi xwarineke kêm destpê kir, paşê ez li gel hevjînê xwe em ji bo komkirina xwarinê li goştfiroşan û xwaringehan geriyan, niha kompaniyeke taybet bi xwarinên amade (Fast food) alîkariya me dike û wan hestî û donên dimîne, ji me re radike.”

Înam Sabir derbarê awayê belavkirina xwarinê li ser kûçikan dibêje, “Şevan ez derdikevim, çimku xelk radikevin û kûçik bêyî bitirsin nêzîkî mirovan dibin û xwarinê dixun. Bi şevan ez natirsim, ji ber ku ewlehî heye û Hewlêr di aliyê emnî de gelek bihêz e.”

Bi gotina wê jinê, “hin kes hene ku ne tenê xwarinê nadin kûçikên bêxwedî, rê li min û kesên wek min jî digirin û nahêlin em xwarinê ji wan re dabîn bikin.”

Ew dosta ajelan daxwaz ji xelkê dike ku goşt û hestiyan li cihên wisa bavêjin ku bi kêmanî bibe daneke xwarinê bo hejmarek kûçikan.

Înam Sabir dibêje, “kûçik pir bivefa ne, her wextê ku min dibînin, dizanin min xwarin ji wan re aniye. Hin caran zêdetir ji 100 kûçikan li derdora min kom bûne.”