Li Hewlêrê 1 milyon dolarên sexte hate zeftkirin

18-02-2017
RÛDAW
Li Hewlêrê hêzên ewlehiyê dest danîn ser 1 milyon dolarên saxte.
Li Hewlêrê hêzên ewlehiyê dest danîn ser 1 milyon dolarên saxte.
Nîşan Kurdistan Hewlêr Dolarê saxte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li derdora Hewlêrê, yek milyon dolarên sexte hatin zeftkirin û 5 tometbar jî hatin desteserkirin.

 

Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişber daxuyaniyeke nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de ragihandiye ku roja 6ê Sibata 2017an bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Tawanên Rêkxistî ya ser bi Ajansa Parastinê ve, dest danîne ser 1 milyon dolarên sexte.

 

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin, yek ji tometbarên ku hatine desteserkirin, xwediyê pasaporta Ewrûpî ye û dixwestin wan pereyan xerc bikin û ew dolar li nav Hewlêrê belav bikin.

 

Herwiha di berdewama daxuyaniyê de tê gotin, şeva 13ê Sibatê, li qezaya Soran 13 kîlo tiryak û kîloyek şîşe hatine zeftkirin û li ser vê mijarê 3 tometbar hatine desteserkirin.

 

Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişber destnîşan kir, kesên girtî li gor benda 14 ya madeyên hişber bo dadgehê hatine şandin û dosyayên lêkolînê di derheqê wan de hatine vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst