Galeriya wêneyan

17-01-2021
13 Photos

Li gundên parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ku rêyên wan ji ber barîna berfê hatine girtin, gundî heywanên xwe bi zehmetî xwedî dikin.

Ji ber berf û bagerê herî zêde kesên heywanên wan hene, zehmetiyê dikşînin.

Gundî li ser berfê dûnê datînin û ka û gîha didin heywanên xwe û nahêlin ew birçî bimînin.

Li gundê Çengilî (Yukariyongalî) ya Mûşê, Yusuf Omur bi her zehmetiyekê be, hewl dide pez û heywanên xwe xwedî bike.

Omur dibêje, heta meha Adarê ew di nav şert û mercên zehmet de heywanên xwe bi xwedî dikin û diyar dike: "Em ji ber berf û bagerê zehmetiyê dikşînin. Em sibê û nîvro zikê wan têr dikin. Em gîha heta ber derê dewleyê li ser pişta xwe tînin. Li vir zivistan dirêj e. Em debara xwe bi heywanan dikin, ji ber wê em mecbur in wan xwedî bikin."

Wêne: AA