Li Kobaniyê êriş: Kuştî hene

16-11-2023
Nîşan Tirkiye Êriş Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyeyê, li Kobaniya Rojavayê Kurdistanê bi dronan êrişî otomobîlekê kir.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di vê êrişê de 3 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest da.

Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku Tirkiyeyê ev êriş doh li gundê Boxazê yê li başûrê Kobaniyê pêk aniye.

Li gorî SOHRê, Tirkiyeyê ji serê salê ve 98 caran bi dronan êrişî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

SOHRê destnîşan kir ku di van êrişan de 82 kesan canê xwe ji dest daye, 88 kes jî birîndar bûne.

Herwiha Tirkiyeyê ji 5ê Çiriya Pêşînê ve êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst