Galeriya wêneyan

16-11-2017
18 Photos
Behmen Şabazi

Serpêla Zehaw (Rûdaw) - Ji ber erdheja şeva Yekşemiyê li parêzgeha Kirmaşanê zirareke mezin gihîşt xelkê wê navçeyê, zêdebarî mirina bi sedan welatiyan bi hezaran mal û avahî jî wêran bûne.

 

Li navçeya Serpêla Zehaw a ser bi Kirmaşanê jî tevî ku bi dehan kes ji ber erdhjê canê xwe ji dest dane û bi sedan kes birîndar bûne, hejmareke zêde ya avahiyên xelkê jî herrifîne û zirareke mezin gihîştiye xelkê.

 

Bi gotina Wezîrê Navxwe yê Îranê Ebdulriza Rehmanî Fezlî, di encama erdheja bihêz a 7.3 Rîxterî de 1,900 gund û 7 bajarên parêzgeha Kirmaşanê zirar dîtine.