Kurdên Şebek daxwaza avakirina 2 tabûrên din ên pêşmergeyên Şebek dikin

16-11-2015
RÛDAW
Pêşmergeyekî Şebek
Pêşmergeyekî Şebek
A+ A-

 

Xazir/Mûsil (Rûdaw) – Kurdên Şebek ên Başûrê Kurdistanê daxwaza avakirina 2 tabûrên din ên pêşmergeyên Şebek dikin.

Kurdên Şebek jî ku piraniya wan li deşta Mûsilê dijîn, mîna kurdên êzîdî rastî xezeb û hovîtiya DAIŞê hatin û gellek gund û deverên wan ketin destê DAIŞê.

Kurdên Şebek niha di bin banê Wezareta Pêşmerge de hatine çekdarkirin û tabûrek pêşmergeyên Şebek hatiye avakirin ku hejmara wan 415 kes e.

Pêşmergeyên Şebek, eniyeke dûrdirêj li devera Xazirê ya Mûsilê diparêzin. Ew enî, ji gundên Muftiye, Zara Xatûn, Bedene, Mengube û Til Esweda Biçûk pêk tê.

Yek ji pêşmergeyên Şebek ji Rûdawê re got, gund û warê me di destê DAIŞê de ye ji ber wê jî em hatine warê xwe rizgar bikin. Nabe em rûnên û warê me jî di destê DAIŞê de bimîne.

Pêşmergeyekî din ê Şebek ji Rûdawê re got, em amade ne her gava fermana şer hat dayîn em gund û deverên xwe rizgar bikin. Me gellek caran şer kiriye lê heta niha ti şehîdekî me çênebûye.

Kurdên Şebek daxwaza avakirina du tabûrên din ên Şebek dikin ji bo wê jî 1000 xortên Şebek navê xwe dane Wezareta Pêşmerge.

Fermandeyekî Pêşmerge jî ji Rûdawê re got, ti ferqa tabûra pêşmergeyên Şebek bi hêzên din ên Pêşmerge re tine û çi tişta ku ji Wezareta Pêşmerge bi ser hêzên din de tê belavkirin, tabûra pêşmergeyên Şebek jî para xwe distîne.

Wezareta Pêşmerge ne tenê ji bo kurdên Şebek lê ji bo kurdên êzîdî jî tabûrek taybet ava kiriye. Tê gotin ku ew hêz dê bên mezinkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst