Li Hezex pevçûn

16-11-2015
RÛDAW
A+ A-

Şirnex (Rûdaw) – Li navçeya Hezex a Şirnexê di navbera endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) û hêzên Tirkiyeyê de pevçûn derket.

Hêzên polîsên Tirkiyeyê îro saet 04.00ê xwestin xendeqên li taxa Yenimahalleyê ya navçeya Hezex hatin kolandin dagire û li ser vê yek dest bi operasyonên kirin.

Polîsan hewldan bi wesayîtên bizirxî û kepçeyan dakeve taxa Yenimahalleyê, lê endamên YDG-Hê rê nade û di navbera herdu aliyan de pevçûn derket.

Pevçûnan heyama 5 saeta berdewam kir piştî ku polîsan nekarîn dakevê kolaneyên taxê paşve vekişiyan.

Di encama pevçûnê de ti mirî û birîndar çênebû.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî 14 û 15yê Mijdarê qedexekirina derketina kolanan hatibû îlankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst