Aldar Xelîl pêşbînî dike ku ENKSê perçe bibe

16-11-2013
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Endamê desteya rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEMê ya girêdayî PYDê Aldar Xelîl diyar kir ku ev salek û çar mehe li Rojavayê Kurdistanê rêveberiyek heye. Xelîl dibêje ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) “bê îrade” ye.

Roja sêşema borî PYDê û çend partiyên û aliyên din ên ji wê ve nêzîkin, rêveberiyeke demî li Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Aldar Xelîl ji ANFê re got “Di rastî de li Rojavayê Kurdistanê ev salek û çar mehe rêveberiyek hatiye ava kirin û karê xwe didomîne. Xebatên niha bi ser navê rêveberiya demî tê kirin, bi armanca berferehkirina  çarçoveya rêveberiyê û beşdarîkirina pêkhateyên din ên Rojavayê Kurdistanê ye”.

Aldar Xelîl ku wek berpirsê leşkerî yê PYDê tê naskirin herwiha got “Yên li dijî rêveberiya demî derdikevin, îradeya gelên li Rojavayê Kurdistanê qebûl nakin û naxwazin sîstemekî demokratîk çêbibe”.

ENKSê ku piraniya partiyên Rojavayê Kurdistanê di nav de cî digirin, derbarê rêveberiya demî de dibêjin ku “proje yan wan jî bû, lê PYDê bi tena xwe û bilez ew rêveberî ragihandiye”.

Xelîl herwiha got “Niha hinek dewletên herêmê û hêzên siyasî Rêveberiya Demî wek metirsiyek binav dikin. Em jî ji bo wan dibêjin ku me çawa heta niha liberxweda û em axa xwe diparêzin, em dê li beramberî hemû tehdîdan jî xwe biparêzin”.

Aldar Xelîl ku yek ji nûnerên Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê di Desteya Bilind a Kurd de ye, da zanîn ku gelek partî di nava ENKSê de hene dixwazin beşdarî Rêveberiya Demî bibin lê “Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê îrada wan dîl girtiye”.

Aldar Xelîl got “ENKS di rêya Yekîtiya Siyasî ku ji El-Partî, Yekîtî ya Kurdistanê û her du Azadî pêk tê, di destê PDKê de bûye dîl. Îro em nikarin bêjin îradeyekî ENKS heye. Bê îradeye”.

Endamê desteya rêveber a TEV-DEMê Aldar Xelîl axaftina xwe wiha domand“ “Tevî ku piraniya partiyên di nava ENKSê de bi vê rêveberiyê re ne û di civînê xwe yên fermî de biryar dan ku tevlî rêveberiya demî bibin jî, lê El- Partî ya Edilhekîm Beşar hişt ku herkes bisekine û tevlî rêveberiyê demî nebin. Niha ENKSê di rewşeke pir aloz de ye û bi belavbûnê rû bi rûye”.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst