Galeriya wêneyan

16-10-2021
20 Photos
Bilind T. Abdullah

Êvariya roja Înê, 15/10/2021, bi boneya Roja Niştimanî ya Spanyayê, sema û muzîka resen a Spanî, Flamenko li Kela Hewlêrê hat pêşkêşkirin.

Grûpa muzîk û semayê `Gautama Del Campo` bi boneya Roja Niştimanî ya Spanyayê li Kela Hewlêrê hejmareke muzîk û stranên Flamenko pêşkêş kirin.

Grûpa Gautama Del Campo ev cara çaremîn e ku li bajarê Hewlêrê çalakiya sema û muzîkê saz dike.

Flamenko corekî muzîka Spanî ye ku bi muzîka koçeran naskirî ye û karîgeriyeke wê ya zêde li ser muzîka Endulus heye.

Semaya Flamenko sala 1860an serî hilda û ji 1910an ve li welatên Ewropa û cîhanê belav bûye.