Tevgera Goran: Sedema êrîşa Heşda Şeibî ne referandûm e

16-10-2017
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Heşda Şeibî Tevgera Goran
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) –  Berpirsê Jûrên Navçeyên Nakok ê Tevgera Goran Ehmed Ezîd dibêje, eger referandûma serxwbûna Başûrê Kurdistanê nehatiba kirin jî plana Iraqê hebû êrîşê Kerkûkê bikin.


Endamê Civata Nîştîmanî yê Tevgera Goran û Berpirsê Jûrên Navçeyên Nakok ê Tevgera Goran Ehmed Ezîd ji Rûdawê re ragihand: “Ti peywendiya êrîşa Heşda Şeibî ya ser Kerkûkê bi referandûmê re nîne. Eger referandûm nehatiba kirin jî dê wan êrîşê Kerkûkê bikira û ev şer çêbiba.”

 

Ehmed Ezîz derbarê vekişandina beşek ji hêzên pêşmerge jî diyar kir: “Mixabin li Kerkûkê hêzên pêşmerge ne yekdeng in. Ev jî sedema lawazî ye. Pêşmerge li hinek cihan şer nekiriye. Herwiha şer jî ne hevseng e.”

 

Ev çend roj e Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî hêzên xwe anîbûne başûrê Kerkûkê û gefa kontrolkirina bajêr û navçeyên wî didan.

 

Demjimêr 11.30ê şeva derbasbûyî 15-10-2017, hêzên Heşda Şeibî ji eniyên Daquq, Taze û Xurmato êrîşê ser çeperên pêşmerge kirin. Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, ku Heşda Şeibî bi çekên amerîkî êrîşê pêşmerge dikin.

 

Hêzên Iraqê raste rast bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest bi vê êrîşê kirine û dixwazin pêşmerge bajarê Kerkûkê radestê wan bikin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst