Loristan – 6 mehan ji cîhanê bê agah in

16-10-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Loristan Gund
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Akînciyên 19 gundên navçeya Elîguderzî ya ser bi parêzgeha Loristana Rojhilatê Kurdistanê, her sal 6 mehan ji cîhana derve bê agah in.  

 

19 gundên Elîguderzî li herêmekî çiya û zozanî ne. Ji ber nebûna derfetên hatinçûnê, ji destpêka payîzê heta naverasta biharê nikarin ji gundên xwe derbikevin.

 

Ji ber vê jî gundên herêmê di destpêka payîzê de amadekariya 6 mehan dikin.

 

Xelkê gundan dibêjin, berpirsên pêwendîdar soz dane rêyta wan çêbikin lê sozên xwe bicîh neanîne, lewma ewan hêviyên xwe ji dezgehên hikûmî birîne.

 

Xelkê herêmê ji bo dabînkirina pêwîstiyên xwe 30 kîlometreyan dimeşin. Heta niha jî pêwîstiyên weke ava malan, elektrîk, binkeyên tendurustiyê, telefon û internet ên van gundan nehatine çêkirin.

 

Li gorî gotina xelkê herêmê ligel barîna berfê hatin û çûn zehmet dibe. Di zivistanan de ji ber nebûna nexweşxane û bizîşkan gelek nexweşan jiyana xwe jidest daye.

 

Herwiha dibêjin, “Hikûmeta Îranê ji bo veguhestina çavkaniyên xwezayî projeyên mezin li Loristanê pêktîne lê ji bo xizmeta xelkê, rê jî çênake.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst