Galeriya wêneyan

16-07-2023
28 Photos
Bilind T. Abdullah

Her sal di 15ê Tîrmehê de li seranserê cîhan bi boneya pîrozkirina Roja Cîhanî ya Jêhatîbûna Ciwanan çalakî tên sazkirin û li Hewlêrê jî ji aliyê Kurdistan Zone ve konferanseke hat rêkxistin.

Li Salona Pêşewa ya Hewlêrê ciwan li hev kom bûn, ciwanên jêhatî behsa çîrokên xwe yên serkeftinê kirin û hevsalên wan jî bi zindî li serpêhatiyan guhdarî kirin.

Di çarçoveya çalakiyê de çar ciwanan behsa serpêhatî û serkeftinên xwe kirin. Koma muzîkê ya ciwanan a Silêmaniyê derket ser dikê û yekemîn car stranên xwe li pêşberî temaşevanan gotin.

Yek ji rêvebirên çalakiyê Waykab Keyfî got: “Me Îdrîs Neçîrvan Barzanî vexwend çalakiya xwe. Ji ber ku wî hertim piştevaniya jêhatîbûna ciwanên Herêma Kurdistanê kiriye. Wî vexwendname qebûl kir û heta dawiya çalakiyê li cem me ma.”

Foto: Bilind T. Abdullah / Rûdaw