Rûdaw projeya PDK û YNKê eşkere dike

16-07-2018
Nîşan YNK PDK Bexda Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Berpirsên PDK û YNKê ji bo danûstandinên li gel aliyên Iraqê pakêtekî hevbeş amade dikin. Berpirsekî PDKê dibêje, di heman demê de li gel Amerîka û Ewropiyan jî dê li ser vê pakêtê guftûgoyan bikin.  

 

Biryare îro Duşemê (16-07-2018) berpirsên bilind ên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bicivin. Herdu alî ji bo amadekirina pakêta danûstandinên li gel Bexdayê, li hêviya arambûna xwepêşandanên Iraqê nabin.

 

Endamê serkidetiya PDKê Aras Heso Mîrxan dibêje, ku ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, gelek nêrîn û xalên hevbeş ên PKD û YNKê hene.

 

Mîrxan da zanîn, ku piştî civîna îro dê partiya wî li gel YNKê pakêtekî hevbeş amade bikin û careke din destpêşxerî ji bo Tevgera Goran, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî, Komel û Yekgirtûya Îslamî jî ragihinîn da ku bi hevpeymaniyeke kurdî beşdarî nivîsîna projeyekî hevbeş bibin.

 

Hê jî Dadgeha Federalî li ser encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de biryara dawîn nedaye. Bi gotina Aras Heso Mîrxan beriya eşkerekirina encaman hemû danûstandinên li gel aliyên iraqî tenê guftûgoyên dostane dibin.

 

Piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, PDKê bang li aliyên din ên Kurdistanî kir daku bi hevre herin Bexdayê.

 

Berdevkê YNKê Sedî Ehmed Pîre jî di wê baweriyê de ye, ku niha ji ber xwepêşdandanan Iraqê bi navxwe ve mijûl e û lewmaniha guftûgoyên avakirina hikûmeta nû sekinîne.

 

Pîre dibêje: “Çi gava em herine Bexdayê projeya me ya nîştîmanî amade ye û hemû daxwazên Kurdan têde ye. Kîjan alî amade be daxwazên me pêkbîne, em ê piştgirî bidin wî.”

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ku ji berpirsên PDK û YNKê hatine wergirtin, xalên giring ên pakêta herdu partiyan wiha ye:

 

Cîbicîkirina Madeya 140 û encamdana referandûmê ji bo disyarkirina çarenivîsa navçeyên nakok. Çareserkirina dosyeya petrol û gazê. Vegera Pêşmerge ji bo navçeyên nakok. Avakirina hikûmetekî hevseng di nava Şîe, Sûnî, Kurd û hemû pêkhateyên din ên Iraqê de. Hemû yasayên parlamentoyê bi deng û li hevkirina aliyan werin cîbicîkirin, ne ku bi biryara aliyê piranî. Postên hikûmetê bi awayeke hevseng werin parvekirin.

 

Di dema borî de şandên partiyên Iraqê serdana Hewlêrê kirin. Hewlêr herweke 4 sal beriya niha bûye navenda aliyên Iraqî ku dixwazin di hikûmeta nû de par û rolên bihêz werbigrin.

 

Lê berpirsên PDKê dibêjin, carekî destê wan şewitiye û rê nadin ji Hewlêrê hikûmetekî bihêz ava bibe û paşî Kurdan piştguh bikin.

 

Berpirsekî PDKê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, anî ziman ku wî di demekî nêzîk de Barzanî dîtiye û derbarê bûyerên dawîn û guhertinan de pir geşbîn bûye. Herwiha Barzanî di wê baweriyê de bûye, ku niha hevsengî li gorî dilê Kurdan diguherin, pêgeha Herêma Kurdistanê jî ji ya beriya referandûmê jî bihêztir e.  

 

Biryar bû şandên Hevpeymaniya Nesr û Saîûrûn serdana Hewlêrê bikin, li gel Barzanî û Polîtbûroya PDKê bicivin. Lê ji ber xwepêşandanên Iraqê ev serdan hate paşxistin.

 

Aras Heso Mîrxan dibêje, Barzanî di vê heyamê de li gel berpirsên amerîkî, brîtanî û ewropî civiyaye û ji wan re gotiye: “Aramgirtina me li ser Kerkûk û navçeyên din herwiha berdewam nake. Em çareseriya pirsgirêka wan navçeyanb bi tevlîbûna xwe ya li  hikûmeta nû ya Iraqê ve girêdidin. Ji bo em bêdeng bibin divê hûn jî rola xwe bilîzin.”

 

Mîrxan da xuyakirin, ku li ser vê bingehê dê proje were amadekirin û ligel amerîkî, birîtanî û ewropiyan jî li ser vê guftûgoyan bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst