Hewlêr (Rûdaw) – Li Ameda Bakurê Kurdistanê 2 kes bi çekê hatin birîndarkirin.
Li gorî agahiyan, bûyerê li Taxa Dîclekentê ya li navenda bajêr rû daye.
Kesekî bi çekê êrişî qehwexaneyekê kiriye, kesên bi navên U.O. û A.S. birîndar kirine û reviyaye.
Tîmên tenduristiyê her du birîndar rakirine nexweşxaneyan û polîs jî hewl didin kesê gumanbar bigirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse