Deriyê Hemran-Um Cilûd ê di navbera Cerablus û Minbicê de hat girtin

16-06-2023
Loloxan
Nîşan Deriyê Hemran-Um Cilûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ser bi Tirkiye deriyê Hemran-Um Cilûd di navbera bajarê Cerablus û Minbicê de girtin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 15ê Hezîranê grûpên çekdar ser bi Tirkiye deriyê Hemran-Um Cilûd ku di navbera bajarê Cerablus û Minbicê de bi hiceta firîna firokeyên Rûsyayê li navçeyê girtin.

Roja 30ê Adara borî jî, deriyê Ewn Dadat di navbera navçeyên Rêveberiya Xweser û navçeyên opozisyonê de li bakurê Sûriyê hatibû girtin.

Deriyê Hemran-Um Cilûd bajarê Cerablusê ku di bin kontrola komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye ji bajarê Minbicê ku di bin kontrola Encûmena Leşkerî ya Minbicê de ku HSD piştgiriya wan dike ji hev vediqetîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst