Li Raniye topa hawanê bi pêşmergeyekî de teqiya

16-05-2013
RÛDAW
A+ A-

Raniye (Rûdaw) – Li devera Hacî Awa ya Raniye li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, di encama teqîna topek hawanê de pêşmergeyekî can da.

Berpirsê ragihandina polîsê Raniye Mistefa Mihemed ji Rûdawê re ragihand, îro (16.05.2013) li devera Hacî Awa pêşmergeyekî bi navê Dana Hemed Hesen (27) dema destê xwe dide topek hawanê, top pê de diteqe.

Mihemed da zanîn, di bûyerê de pêşmerge bi giranî birîndar dibe û li nexweşxaneya Raniye can dide.

Wî polîsî her wiha ragihand, li cihê bûyerê 99 topên hawanê hebû. Wî pêşmergeyî xwestibû madeya nav topên hawanê (TNT) derbixe û bifroşe.

Berpirsê ragihandina polîsê Raniye diyar kir ku lêkolîn derbarê bûyerê de didomin û destnîşan kir, hinek dibêjin bûyera han “teqîneke terorîstî” bûye, ev gotin û nûçe rast nînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst