Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, “Li Rojhilata Navîn guherînên hestyar û bilez diqewimin û siyaseta Herêma Kurdistanê ew e ku em bi ti awayî li gel xirabkirina aramiya herêmê nînin.”
Foruma Silêmaniyê îro demjimêr 10:00an dest pê kir û dê sibe biqede.
Foruma Silêmaniyê bi mêhvandariya gelek siyasetmedar û serkirdeyan dest pê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî tevlî forumê bû û axivî.
Mesrûr Barzanî di Foruma Silêmaniyê de ragihand, hinek guherînên ku li herêmê qewimîn kesî hêvî nedikir û got:
“Niha rewşeke nû hatiye afirandin, ew guherîna li Sûriyeyê qewimî, desthilata niha û ya berê jî ne li hêviyê bûn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji partiyên Kurdistanî yên Rojavayê Kurdistanê xwest “yekgirtî bin” û li gel Şamê hewl bidin li hev bikin û “şaşiyên me dubare nekin”.
Mesrûr Barzanî da zanîn ku Sûriye di rewşeke gelekî hestyar de dijî, pêdiviya wan bi alîkariya navneteweyî heye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand:
“Amerîkî dixwazin aştî were berqerarkirin, ew rêbazên cuda bi kar tînin, bikaranîna hêzê ji bo berqerarkirina aştiyê ye, eger ev siyaseta wan be, divê aliyên karibin li gel wan tevbigerin.”
Mesrûr Barzanî behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir û da zanîn:
“Pêwendiyên me yên baş li gel wan hene. Çend berpirsên jî hene li îdareya Trump ku dostên nêzîk ên me ne. Me her tim hewl daye em bibin sedema xêrê.”
“Her tim piştgirên me ne”
Derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand:
“Berê jî hewla wê hatiye dayîn ku aştî bibe cîgirê şer û pevçûnan lê aştî bi aliyekî nayê kirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser pêvajoyê her wiha anî ziman:
“Vê carê guherîn di nêrîna aliyên tundrew de jî heye, ew behsa aştî û nêzîkbûnê dikin.
Ev e cudahî, ev hemû guherînên erênî û baş in.
Divê îradeya aştiyê û pêvajoya serkeftina aştiyê bihêztir be, ji wan kesên dixwazin rê lê bigirin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser Îranê jî got:
“Îran lawaz nebûye, cîranê me ye, pêwendiyên me yên dostane bi Îranê re hene.
Li gel Amerîkayê jî dostaniya me heye û her tim piştgirên me ne.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da zanîn:
“Em rêzê li pêwendiyên xwe yên li gel Îran û Amerîkayê digirin.
Bi ti awayî ne di berjewendiya Kurdan de ye ku bibin beşek ji pirsgirêkê.”
Foruma Silêmaniyê mêhvandariya gelek siyasetmedar û serkirdeyên bibandor dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse