Partiyên Bakurê Kurdistanê li dijî rakirina parêzbendiyê ne

16-04-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Partiya Îslamî HUDA-PAR ne tê de partî û tevgerên Bakurê Kurdistanê li hemberî qanûna ku dê parêzbendiyên parlamenteran rake nerazîne. Dibêjin her çiqas qanûn ji bo hemû parlamenteran tê derxistin jî, armanc darizandina parlamenterên HDPê ye û ev yek jî pirsgirêka kurd çareser nake.

Parlamentoya Tirkiyeyê li ser pêşnûmeyeke nû dixebite. Eger ev pêşnûme bibe qanûn, dê parêzbendiya parlamenterên heyama 26an bê rakirin û parlamenter bêyî destûra parlamentoyê benê darizandin.

Lê li gorî rêveberên partiyên Bakurê Kurdistanê, ev qanûn ne tenê ji bo hemu parlamenteran tenê ji bo rakirina parezbendiya HDPiyan tê derxistin.

Rêveberên HAK-PARê bal dikşînîn ku di salên 90î de jî parezbendiya parlamenterên DEPê hatiye rakirin, lê pirsgirêka kurd hê jî çareser nebûye.

Partiya îslamî HUDA-PAR jî HDP'î jî tê de dixwaze parêzbendiya hemû parlamenteran bê rakirin.

Li parlamentoya Tirkiyeyê niha derbarê 129 parlamenteran de fezleke hen e. Ji wan 45 parlamenterên HDPê, 26 jî parlamenterên AK Partiyê ne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst