Omer Ocalan: Em bejna xwe li ber şehîdên Helebce û hemû Kurdistanê ditewînin

16-03-2024
RÛDAW
Nîşan Omer Ocalan Komkujiya Helebceyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di çarçoveya hilbijartinên şaredariyê de li parêzgeha Rihayê beşdarî şahiya ciwanan bû û komkujiya Helebceyê bi bîr anî.

Omer Ocalan li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ya beşdarî şahiya ciwanan a partiya xwe bû.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axaftina xwe ya di şahiya ciwanan de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Herwiha Ocalan di axaftina xwe de behsa coşa Newrozê kir û ji bo salvegera komkujiya Helebceyê şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.

“Em bejna xwe li ber şehîdên Helebce û hemû Kurdistanê ditewînin”

Omer Ocalan got, “Welatekî ku em herinê tune. Me ji bo vî welatî berdêleke giran daye.

Serokên vî miletî ji bo vî welatî berdêleke giran daye.

Heya ku em bi ser bikevin dê têkoşîna me berdewam bike.

Li aliyekî kelecana Newrozê, li aliyê din jî di 16ê Adara 1988an de li Helebceyê li hemberî gelê Kurd komkujiyeke mezin hat meşandin.

Em bejna xwe li ber şehîdên Helebceyê, li ber şehîdên Hemû Kurdistanê ditewînin.

Em dê rêya wan bişopînin, em dê tekoşîna wan bişopînin.”

“Çareserî aştiyeke birûmet e”

Herwiha Omer Ocalan ji bo aştiyê bangî Tirkiyeyê kir û wiha pê de çû:

“Bangewaziya me ji dewleta dagirker re ye; çareseriya rasteqîn ne şer e, ne gurkirina şer e, çareserî aştiyeke birûmet e.

Çareserî hevdîtina bi birêz (Abdullah) Ocalan re ye.

Dema ku bi birêz Ocalan re hevîdtin çêbibe, aştiyeke birûmet dê were ser erdnîgariya Kurdistanê.

Ji bo wê em dibêjin werin çareseriyeke mezin bi Kurdan re pêk bînin, hevdîtinê bi Kurdan re pêk bînin bila aştî were ser vê axê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst