Konsulê Tirkiyê: Komkujiya Helebce di dîroka mirovahiyê de lekeyeke reş e

16-03-2017
RÛDAW
Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê Mehmet Akif Inam
Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê Mehmet Akif Inam
Nîşan Tirkiye Konsul Mehmet Akif Inam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê Mehmet Akif Inam li ser komkujiya Helebceyê got “Komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de bûyereke reş e.”

 

Konsulê Tirkiyê Mehmet Akif Inam derbarê karesata komkujiya Helebceyê de ji Rûdawê re axivî û destnîşan kir, Komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de lekeyeke reş e û tiştên ku wê rojê çêbûne, wijdanên mirovan hêj dilerizîne.

 

Mehmet Akif Inam rehma Xwedê ji bo şehîdên Helebceyê xwest û got “Bi hezaran xwişk û birayên me jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar bûn. Ji ber vê komkujiyê xwişk û birayên me yên ku  îro hêj êşa wê dikşînin hene. Em hêvî dikin ku bûyerên bi vî rengî careke din dubare nebin.”

 

Herwiha Inam got “Em weke Tirkiyeyê, me dît rêveberên dîktator çawa bera çekên xwe didin welatiyên xwe û dibin sedema êş û janên giran. Me ev li Iraqê jî dît, li Sûriyê jî. Em hêvî dikin, ku êdî rêveberiyên ne li dijî gelê xwe, rêveberiyên ku xwedî li gelê xwe derkevin desthilatdar bin, li ser kar bin û pirsgirêkên bi vî şiklî cardin dernekevin holê.”

 

Inam diyar kir, ku her dem li gel xelkê Helebceyê bûne û got “Em weke welatekî hogir û cîran, em amade ne ku di mijarên mirovî û aborî de çi ji destê me were em bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst