SEMSÛR - Pêvajoya rizgarkirinê bi dawî bû lê gelek kes wenda ne

16-02-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Semsûrê proseya rizgarkirina ji kesin bi kavilan de bidawî bû
Li Semsûrê proseya rizgarkirina ji kesin bi kavilan de bidawî bû
Nîşan Erdheja Mereşê Semsûr Erdhej
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê pêvajoya rizgarkirinê bi dawî bû. Niha kavilên erdhejê têne rakirin, lê piştî pêvajoya rizgarkirinê derkete holê ku gelek kes wenda ne. Malbat nizanin ka xizmên wan sax in an mirî ne.

Li bajarê Semsûrê li ser kavilên erdhejê pêvajoya lêgerîn û rizgarkirinê qediya. Lê îcar lêgerîneke din dest pê kir. Lêgerîna li wendayan. 

Hesen Kiraç jî li ser kavilan li termê birayê xwe Mustafa digere. Ji binê van kavilan termên jinbira û biraziyeke wê derketiye. Lê birayê wî wenda ye. Ew nizane ka sax e yan mirî ye.

Birayê wendayek Hesen Kiraç dibêje: “Yê ku ez lê digerim birayê min e. Ez çûm ser kavilan, kavil giş rakirine lê birayê min tune ye. Yanî min got ez herim ser kavilan belkî bîn were bîn jî tune ye. Ez nizanim. Ez çûm midûriyeta ewlehiyê, duh wezîr jî hat. Min ji wezîr re got birayê min wenda ye, ka em dê çawa bibînin? Qet nebe em cenazeyê xwe bibînin bila tirba xwe hebe.”

Gelek kesên ku bi saxî û silametî ji mirinê filitîn, nikarin şîna xwe jî bikin.  Ji ber ku hejmarek kes niha wenda ne. Ne termê wan û ne jî ew bi xwe. Ev ji bo semsûriyan niha bûye derdê ser derdan. 

Welatî Orhan Sayin dibêje: “Wenda pir in. Pir in pir in.”

Welatî Yeter Dogmuş jî got: “Hevaleke gorima min heye. Navê wê Leyla ye. Ew hêj di bin de ye. Wenda ye. Çend bîna rakirin, çi bi serê wê de hatiye kes nizane. Kes nabîne. Hêj lê digerin.” 

Welatî Zemçî Oguz jî dibêje: “Di bin bînayan de, bin erdê de mane. Hêj lê digerin.”

Welatî Xalid Înceyol jî got: “Yên wenda bûne jî hene. Yên bin de mane û nedîtine jî hene.”

Kesên wenda ne tenê li Semsûrê li Mereş û Hatayê jî hene. Lê heta niha tu saziyeke fermî hejmara wendayan eşkere nekiriye. Maşallah Dekak Rûdaw Semsûr

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst