Bi hezar salan e kevok bûne xemla serbanên Kurdan

16-02-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Kevok çûka ewil e ku mirovahiyê ew kedî kiriye
Kevok çûka ewil e ku mirovahiyê ew kedî kiriye
Nîşan Bakurê Kurdistanê Amed Kevo
A+ A-

Atlas, Zeytûnî, Gogala, Kulreng, Bilbil, Uçaqlî Miskî, Uçaqlî Yusufî, Narencî, Cigerî ev navên ecêb navên kevokên Amedê ne ku hîn jiwan Kurdî û hîn jî Tirkî ne ku kevokhezên Amedê li wan kirine. Deng û rengên van ajelan bi hezar salane ku bûne neqş û xemla serbanên Kurdan.


Bi hezar salane ku Kurdan teyr û tilûrên wek kew, kevok û susikan kedî kirine heta roja me.


Li Amedê Taxa Fîskaya ku li hemeberê Çemê Dîcleyê cîh digire, hemberê vê taxê Baxçeyê Hevselê ye ji hezar 500 cureyan zêdetir teyr û çivîk ev der ji xwe re kirine mesken. Li ser her banê vê taxê koxên kevokan hene ku bi hezaran kevok tênê xwedîkirin.


Kevokhez Cemîl Daşlî ji Rûdawê re wiha behsa hezkiririna xwe yan kevokan kir: “ Dema min a zêde bi kevokan re derbas dibe, bavê min ji min re got dev ji van kevokan berde ez dê her tiştî ji te re bistînim; lê min wana berneda ev  evîn e ji bo min."


Ji Cemîl re Kevok sebr û sebat e, her roj beyanî berî ku her ser karê xwe tê serbanê û perwerdehiya firîne dide ajelên xwe da ku di festîvalan de wan bi de pêş.”


Cemîl Daşlî dibêje: “Kevokên herî baş ên taxê yên min in. Ez baş wana perwerde dikim; herwiha ji bo festîvalan ez wana amade dikim; karê min her ev e û ev ji bo min hobi ye."


Her çend xwedîkirina kevokan di nav bajêr de zehmet be jî, kolana Fatîh Paşa ya Baglara Amedê cihê stara kevokhezan e. Li vê derê 74 dukanên kevokan hene, herwisa her roja çarşemê îhaleya kevokan li vê derê tê danîn, li gor reng û pûrtê xwe û li gor şêwaza firîna xwe bihayên kevokan ji 10 lîreyan dest pê dike heta bigihîje heqê xanî û seyarekî.


Kevokfiroş Erdal Baydan jî dide zanîn: “ Ev nexweşi ye,  hîn kes tên vê derê xanî û seyareyên xwe difroşin da ku kevokên bi dilê xwe bistînin."


Kevokhezî ji bo hezjêkerên xwe wek terapî ye, gelek kesên ku tûşî pirsgirêkên malbatî û civakî dibin, bi xwedîkirina kevokan deşarj dibin.


Kevokhez Erdal Ural jî got: “Serê sibê zû ji xew radibim û diçim cem kevokên xwe, di navbera min û wana de têkiliyeke hestewar çêbûye, têm di bîr û hizra min de ne û ez kêf û zewqê jê distînim, ev hobiya min e."


Kevokên Amedê herwisa debar e ji bo nêzî 5 hezar kesan, gelek hezkerên kevokan van ajelan xwedî dikin û zêde dikin dûv re wan li nav bazarê difroşin, yên ku bi pereyê  kirîn û firotna kevokan zewicîne yên ku xanî ji xwe re kirîne û yên ku mala xwe pê xwedî dikin hene.


Derbarê vê yekê de  Remezan Dogan got: “Ev kevok kevokên postê ne,  ji bo pêşbaziyê wan di bin Stenbolê berdidin; lê ew dîsa vedigerin Amedê mala xwe, ango rêya xwe tu carî wenda nakin û sadiq in ji xwediyê xwe re."


Kevok çûka ewil e ku mirovahiyê ew kedî kiriye. Li Bakurê Kurdistanê 250 cureyên kevokan hene ku 7ê wan nehatine kedîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst