DÊRSIM - Ber deriyê şaredariyê kire pirtûkxane

16-02-2017
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Pulur Pirtûkxane
A+ A-

Navenda Nûçeyan –

Li navçeya Pulur a Dêrsimê, Serokê Şaredariyê Mehmet Fatih Maçoglu ji bo ku welatiyan teşwîqî xwendinê bike, li ber deriyê şaredariyê pirtûkxaneyek çêkir.

 

Serokê Şaredariya Pulurê Maçoglu ji bo ku xwendinê ji welatiyan bide hezkirin ber deriyê şaredariyê kire pirtûkxane.

 

Nifûsa navçeyê 3 hezar û 3 kes e. Di vê navçeyê de bi vê pêngavê êdî welatî dikarin ji pirtûkxaneyê kitêban bigirin. Kesên ku dixwazin li pirtûkxaneyê bixwînin dikarin ji xwe re li wir rûnên û yên dixwazin pirtûkan li mala xwe bixwînin, dikarin bibin mala xwe.

 

Hêjayî gotinê ye ku ev pirtûkxane bi rêya kampanyayan, bi pirtûkan hatiye dagirkirin. Herwiha hejmara pirtûkan gihiştiye 10 hezarî û hêj alîkariya kitêban tên.

 

Welatiyekî bi navê Orhan Tebişoglu bal kişande ser giringiya avakirina pirtûkxaneyê û got: “Serokê Şaredariyê karekî pir xweş pêk aniye. Xortên ku dê têkevin vê şaredariyê, ewilî rastî pirtûkan dê werin.”

 

Welatiyê bi navê Heyder Mercan jî diyar dike ku ew cara ewil e li ber deriyê şaredariyê pirtûkxane dibîne û dibêje: “Heta niha tiştekî wisa tine bû, em spas dikin serokê xwe. Xortên me tên li vir kitêb dixwînin. Qe nebe li qehwexaneyan an jî li cihekî din  wextên xwe belasebeb xerc nakin.”

 

Serokê Şaredariya Pulurê Mehmet Fatih Maçoglu jî destnîşan kir, ji ber ku li navçeyê derfetên çalakiyan kêm in, daxwazeke wisa çêbûye û got: “Li Pulurê zarokên me pir nikarin herin hin deran. Park tine ye, pirtûkxane tine. Ji ber ku tiştekî tinebû, em bi zarokan re hatin ba hev. Ji me pirtûkxane û pirtûk xwestin. Em jî bi hevalan re hatin ba hev û du pirtûkgeh danîn ber deriyê şaredariyê. Ji ber ku hewa sar e, zarok niha pir nikarin werin. Kitêbên xwe digrin diçin malê. Çi hewcedariyên gelê me hebe dive em pêk bînin.”

 

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Şaredariya Pulurê Mehmet Fatih Maçoglu ji Partiya Komunîst a Tirkiyê ketiye hilbijartinan û bûye serokê şaredariyê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst