Galeriya wêneyan

16-01-2019
15 Photos
Mihemed Şivanî

Hewlêr (Rdûaw) - Îro Çarşemê (16.01.2016) danê sibê agir li Kampa Herşem a awareyan li nêzîkî bajarokê Enkawe ket û di şewatê de 14 malên plastîkî (prefabrîk) şewitîn. Peyamnêrê Rûdawê dibêje, tenê zirarên maddî çê bûne û zirar negihîştiye ti kesên ku li kampê de dijîn.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed derbarê hevkarîkirina wan kesên ku di nav kampa Herşem de kelûpelên wan şewitîne, dibêje: “Me bi hevahengiya li gel parêzgarê Hewlêrê û çend rêxistinên din dest bi xebatê kiriye, ji bo gihandina alîkariyan û qerebûkirina wan malbatên ku îro di bûyera agirketina li vê kampê de malên wan şewitîne û di navbera 24 demjimêrên din de em dê hemû pêwîstiyên wan dabîn bikin.”

Li kampa Herşem a nêzîkî bajarokê Enkawe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, 300 malbat ku xelkê Şingalê û Mûsilê ne, dijîn, ku li gor amaran hejmara kesên di vê kampê de dijîn, 1500 kes e.