Qasim Şeşo: Em qebûl nakin ti kes ji êzîdiyan re encumenê ava bike

16-01-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê Pêşmerge li ser çiyayê Şingalê, Qasim Şeşo li ser ragihandina “Encumena Êzîdiyên Şingalê” ji aliyê PKKê ve got, yên ku tevlî wê encumenê bûne kesên “ji rê derketî” ne û nûnertiya kurdên êzîdî nakin.

Fermandeyê Pêşmerge li ser çiyayê Şingalê Qasim Şeşo li ser wê encumena ku ji aliyê PKKê ve ji bo kurdên êzîdî yên Şingalê hatiye avakirin, ji Rûdawê re aixvî û got, em qebûl nakin ti kes ji kurdên êzîdî re encumenan ava bike û bi navê êzîdiyan biaxife, ji ber ku tenê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kurdên êzîdî parastiye û em tenê serokatiya wî qebûl dikin.

Qasim Şeşo wiha domand: “PKK birayên me ne lê yên ku wî karî dikin, MÎTên Tirkiyê ne.”

Li ser tevlîbûna nûnerê YNKê di wê civîna ku tê de encumena êzîdiyan hatiye avakirin jî Qasim Şeşo got, alîkarê berpirsê Melbenda YNKê Husên Derman hevalê min e. Ez pê re axifîm. Wî ji min re wiha got, “mi nizanîbû mijara wê civînê dê bibe komployek li dijî gelê Şingalê”.

Roja 14ê vê mehê, li ser çiyayê Şingalê di civînekê de ku komek rayedarên PKKê jî tê de beşdar bibûn, encumena bi navê “Encumena Êzîdiyên Şingalê” hat avakirin. Ew encumen wek gavekê ji bo avakirina Kantona Şingalê tê nirxandin.

Encumen ji 27 kesan pêk tê. Jêderekî haydar ji civînê ji Rûdawê re got, endamên encumenê hemû kurdên êzîdî ne lê yek ji wan jî xwedî bawernameyeke bilind nîne, heta di nav wan de kesên nexwendî jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst