Malbateke ji Kobaniyê 11 sal in li benda vegera kurê xwe yê revandî ye

15-12-2024
Hêmin Ebdullah
Zahidê Ebdî / Wêne: Ji dîmenan
Zahidê Ebdî / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Kobanî DAIŞ Mihemed Emîn
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Rojên borî ji bo xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rojên şadî û dilxweşiyê bûn.

Lê ji bo malbateke ji Kobaniyê ku li Almanyayê dijî rojên azirîna birîneke kûr bûn.

Mihemedê 18 salî sala 2013an dema ji Helebê ber bi Hewlêrê ve diçû ji aliyê DAIŞê ve hat girtin. Ji wê demê ve winda bûye.

Ji xeynî têkiliyeke telefonê ku bi dayika wî re hatiye kirin û jê re gotiye ku kurê te êdî ne di destê DAIŞê de ye û di zindana rejîma Baasê de ye.

Dê û bavê Mihemed bi dilekî şikestî çîroka salên bendewarî û êşa zêde ya nezanîna çarenûsa kurê xwe ji Diasporayê re vegotin.

“Em bi çûna Esed kêfxweş in”

Bavê Mihemedê Revandî Mihemed Emîn Muslim got:

“Vêga Beşar çûye, em wekî kesayetiyeke Sûriyeyî pir kêfxweş in ku rejîmeke dîktatorî ya 50 salî ku xirabiyek nema nekir, îşkence û qirêjiyek nema nekir, loma em wekî Kurd jî bi çûna wî dilxweş in.

Miletê me tenê li Kobaniyê û derdora wê, nêzîkî 550 kesî ketin destê DAIŞê û winda ne.

Ev jana mezin bi me re maye. Em hêvîdar in ku rojekê deriyek, rêyek bê dîtin ku em bipirsin û bigerin, belkî em çarenûsa wan bizanibin û wan bibînin.

Çîroka revandina kurê min wiha bû. Kurê min Mihemed ji karê medyayê pir hez dikir. Ji Başûrê Kurdistanê dawetnameyek jê re hat da ku beşdarî civîneke rojnamevanî bibe.

Rabû 25ê Tebaxa 2013an ku wê çaxê 18 salî bû çû û li navbera Kobaniyê û Reqayê DAIŞ rê li wan girt, ew revand û êdî winda bû.

Paşê em bi dû ve de çûn û çend nasên me li wir hebûn û em çûn ba komên çekdar û me ji wan pirsî. Ji me re gotin ku ew ji aliyê DAIŞê ve hatiye girtin û di girtîgehê de ye.”

“DAIŞê bangewaziyek kir”

Dayîka Mihemedê Revandî Zahîde Ebdiyê jî wiha got:

“Piştî girtina kurê min, DAIŞê bangewaziyek kir, her Kurdekî ku kesekî wan ji aliyê wan ve hatiye girtin dikarin bên û lê bipirsin.

Rabû min cilên wan ên jinan li xwe kirin, ji serî heta binî hemû reş û min zarokê xwe yê biçûk jî bir û wan nedihêla ku jinek bi tenê bigere.

Rabû ez gihîştim Reqayê û çûm avahiyeke ku wekî şaredariyê bû. Kesekî Tûnisî lê bû, got `Piştî du saetên din were hundir`.

Ez piştî du saetan ketim hundir. Wî kesî ji min re got ku me kurê te kuştiye, min jî got bi çi hincetê, bi çi sûcê we kurê min kuştiye?

Got `çimkî kurê te hatibû me bikuje û li me bixe`, min jî got ne rast e, kurê min diçû seferê.

Wî got `Na, hûn kurên xwe dişînin Kurdistana Îraqê da ku li wir meşq û rahênanê bikin û paşê vegerin û me bikujin`, min got ev çi şerîet e? got `Ne tu lê em şerîetê dizanin`, min jî got, na, lawê min hêj kesek nekuştiye ku were kuştin.

Paşê ez pê hesiyam ku derewan dike û nehatiye kuştin. Rabûm û çûm derve, paşê ez şeş carên din çûme ba wan. Emîrekî wan gote min, ma tu newestiyayî, tu dev ji kurê xwe bernadî? Min jî got na ez dev jê bernadim û nawestim, ez ji kurê xwe ne çêtir im.

Carekê dadgehiyek hebû, emîrekî Misirî lê bû, gote min `bila em Kobaniyê bigirin, wê çaxê em dê kurê te berdin`, ango wekî diyariyekê ji bo me.

Lap wisa gote min `em lawê te nadin heta em Eynûlîslamê negirin` her çend piştre hatin li Kobaniyê şer kirin û gelek xirabî jî kirin lê şikestin.

Paşê me çend kesên din jî razî kir û ew jî çûn cem DAIŞê û daxwaza berdana kurê min kir.

Vê carê DAIŞê ji wan re gotibû, tenê bi pevguherîna dîlên me em dê wî xortî berdin.

Rabû me navê kurê xwe di Artêşa Azad de tomar kir da ku bi dîlan re bê guherîn. Paşê DAIŞ û Artêşa Azad dîlên xwe pevguherîn lê kurê min jî di nav de kesek ji Kobaniyê nebû.”

Zahîde Ebdiyê her wiha got:

“Bi rêya jinekê li Tirkiyeyê, efserekî Sûrî jê re gotiye ku kurê min Mihemed li Dêrezorê girtî ye û paşê em bi efser re axivîn, got `Ez niha li Şamê me, lê ez dikarim kurê te azad bikim.`

Qaşo li zindaneke Dêrezorê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatiye girtin. Min jî got baş e tu dikarî nîşaneke kurê min an wêneyekî jê re bigirî û bişînî yan tenê xulekekê bi deng biaxive û bibêje dayê ez Mihemed im da ji te bawer bikim.

Wî efserî doza pereyan ji me dikir, di got ez dûr im nikarim wêne bigirim û bişînim lê dikarim wî berdim.

Min jî got ku tu nikaribî wêneyekî wî ji min re bigirî û nikaribî deqeyek dengê wî ji min re bişînî yan nîşaneke li ser laş û rûyê wî ji min re bişînî, çawa dikarî wî berdî û êdî ez razî nebûm.

11 sal pir in kesekî şîrînê te winda bibe û me gelekî hewl da û em gelekî geriyan û me gelekî pirs kir, tewra li ser malpera tora civakî ya Facebookê me ji bo dîtina wî kampanyayek çêkir, tewra me bi rêya Rêveberiya Xweser û Rûdawê jî dengê xwe bilind kir lê mixabin me tiştek hasil nekir.

Tewra gava Baxos ji destê DAIŞê hat rizgarkirin, me gelekî hewl da û me bihîst ku gelek girtiyên ji Kobaniyê li wir bûn lê tiştek ji me re negotin û em nizanin ew sax e yan na.”

“Di mala me de xweş û şadî nemaye”

Mihemed Emîn Muslim diyar kir ku kurê wan gelekî biêş e û got:

“Di mala me de xweş û şadî nemaye. Em nikarin şahiyê bikin û ne jî kêfxweş bibin.

Tewra piçûkên me jî pir caran hez dikin ku bi wan re kêf û dîlanê bikin lê em nakin û ew jî niha xemgîniya mezin a di dilê me de hîs dikin.

Em di navbera jana xwe û vîna zarokên xwe de, di rewşeke derûnî ya ne xweş de ne.”

Herî dawî Zahîde Ebdiyê got, “Her du zarokên min gelek caran li birayê xwe yê mezin dipirsin û ew jî dixwazin dilşad bibin, lê êdî bextewariya me nemaye û em her di nav derd û kulan de ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst